Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêşmergeyê Dêrîn: Şerê ku PDK dike ji bo Tirkiyeyê ye

 

 

Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Hacî Welî ku ji ber şerê birakujî dest ji pêşmergetiyê berdaye, da zanîn şerê ku niha PDK hewil dide derxe, şerê Tirkiyeyê ye û bi pilana Tirkiyeyê dike. Her wiha got, “PKK partiyek Kurdiye, armanca wê parastina mafên Kurdaye ne dagirkirina Kurdistanê ye. Ger PKK li Qendîlê nemîne, wê Qendîl bibe cihê çeteyên DAIŞ’ê.”

Mihemed Hacî Welî di sala 1961’an de bû pêşmerge û di sala 1964’an de ji ber şerê navxweyî yê navbera Mekteb Siyasî û PDK’ê de dawî li pêşmergetiyê aniye. Niha temenê wî 89 sale û li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê dijî.

Mihemed Hacî Welî ku yekem kes bû li gel Ebdulrehman Zekî bû pêşmerge, di hevpeyvînek taybet li gel Rojnews’ê de behsa şerê birakujî û çend mijarek din kir.

– PDK dibêje, ger PKK li nava xaka Herêmê de nebe Tirkiye êriş nake, gelo ev gotin raste, yanjî Tirkiye ji bo dagirkirina Kurdistanê PKK’ê dike behane?

Tirkiye ji bo dagirkirina Herêma Kurdistanê PKK wek behane nîşan dide. Mane PKK li Suriyeyê nine, Suriye welatek Erebiye û parçeyek Kurdistanê li wî welatî heye û Kurd li wêderê parastina mafên xwe dikin. Ma çima êrişê ser Kurdên Rojava dike, mane PKK li wêderê nine. Tirkiye naveşêre, bi eşkere dibêje, ger Kurd li ser Marsê jî konek vedin ezê xerakim. Kurdistana ku bi ser çar parçan de hatiye dagirkirin, herî zêde Tirkiye dijminahiya Kurdan dike. Tirkiye herî zêde dijminahiya Başûr dike, xak, dar, ber û kaniyên Kurdistanê talan dike. Heta niha jî tehemûl nake Herêma Kurdistan wek herêmek serbixwe hebe. Hertim dibêje bakurê Iraqê.

Wekî din xaka Başûrê Kurdistanê xaka hemû Kurdekî têkoşînê dikeye. Li her çar parçên Kurdistan her kesek xebatê ji Kurdan re bike, xaka wi ye. Ger PKK li Qendîlê nebûya, niha Qendîl bibû cihê DAIŞ û terorîstan. PKK hatiye li Başûr parastinê li çar parçên Kurdistanê dike. Ti behaneyek Tirkiyeyê nine, armanca wê dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Ji Musil heta Hewlêrê wek xaka xwe dibîne û di berê de Tirkan li her cihek kolek vedabin jî ew cih wek ya xwe di hesibînin. Ji bona wê ev gotinên dibêjin PKK sedeme xaka Kurdistanê tê dagirkirin, ti rastiya wê nine, Tirkiye dixwaze Kurdan tine bike.

– PDK hêza xwe dibe deverên gerîla lêne ku bi salane PDK hêza xwe ji çiyan aniye xwarê û ji wê demê ve nebiriye wan deveran. Nêrîna we li ser vê tevgera PDK çiye, çima wisan dike?

Armanca PDK’ê diyare, ne tenê PDK her rêxistinek Kurdî berê çekên xwe bide Kurda xiyanetê dike. Ez ji PDK’ê bi tenê re vêya nabêjim. Lê PDK lihevkirina 50 salî li gel Tirkiyeyê heye, nikare vê lihevkirinê betal bike û ji Tirkiyeyê re bêje newe nava xaka Kurdistanê. Li kijan parçeyên Kurdistanê her Kurdek berê çekên xwe bide Kurdan xiyanetê li gel, xak û welat dike.

– Yanî PDK şerê birakujî derdixe?

Şer gihişt wê astê ku gerîla û pêşmerge şehîd bibin, ma êdî şerê birakujî çawaye? Ti şax û penc bi şer ve nine, dema berê çekê da te, wê te bikuje. Ji bona wê pêwîst nake PDK hêz bibe wan deverên ku gerîla lê ne. PDK dikare bêy ku gerîla şehîd bibin jî li wan deveran rola aştiyê bigre ser xwe û şer neke. Şahê Îranê çi bi Kurdan kir, dewleta Tirk ji wî xirabtir dike. Şahê Îranê nexwest xaka Kurdistanê dagir bike, lê Tirkiye xaka me dagir dike û şerê Kurd bi Kurd jî derdixe.

– Bi dirêjahiya dîrokê hertim hewil hatiye dayîn şerê navxwe yê Kurdan pêkwere, armanc ji vê yekê çiye?

Armanca xiyanetê xirabe û ti qencî têde nine. Her kesê xiyanetê dike, li av, xak û gelê xwe dike. Ti armancek têde nine. Ji bona wê ti pêwîstî bi şirovekirina xiyanetê nine. Xiyaneta netewî ji hemû xiyanetên din mezintire. Sozekî ku bi gelê xwe bidim û pêşengê wî gelî bim, ger xiyanetê bikim,  ew jî xiyanetek hîn mezintire.

– Hun peyama Murad Karayilan çawan di nirxînin ku gotibû, em ê xwe ji şerê Kurd bi Kurd bi parêzin û bang li hemû aliyek kiribû xwe ji şerê Kurd bi Kurd dûr bigre?

Peyamek baş û raste, armanca wan ne kuştina Kurda ye. Armanca wan parastina her çar parçên Kurdistanê ye.  Li hemû parçên Kurdistanê partiyan avakirine daku parastinê li mafên Kurda bikin û daxwazê ji hemû hizbên din dike ku bi hevre helwesta xwe li dijî şerê Kurd bi Kurd nîşandin. Divê bi gotinî û bi pratîkî vî şerê navxweyî red bikîn. Ev şerê birakujiye. Şerê xiyanetê ji bo Kurdan zehmete.

– Li gorî we helwesta hizbên siyasî ya li dijî dagirkeriya Tirk û şerê Kurd bi Kurd têrkere?

Ji beriya niha jî min gotiye, ev hizbên Başûr ger rastin bila rê bidin kar ji bo lidarxistina kongreya netewî ya Kurd were kirin.  Herin ji hemû welatan re bêjin, em 50 milyon Kurd in, Tirkiye, Îran, Suriye û Iraqê li me dixin, gunehê me çiye. PKK daxwaza mafê Kurdan dike, zilmê li kesê nake û welat dagir nake. Hizbên ku ji bo Tirkiyeyê şer dikin bila êdî şer nekin. Bila partiyên Başûr ji Tirkiyeyê re bêje, 25 milyon Kurd li Bakurê Kurdistanê heye mafê wan bidê, em ê nehêlin PKK li Qendîlê bimîne.

– Metirsiya derketina şerê Kurd bi Kurd heye, gelo ev şer bi daxwazê kê tê kirin?

Ev şerê Kurd bi Kurd ku behsa wê tê kirin, bi daxwaza Tirkiyeyê pêktê. Wekî ku kesek ji bo kuştina hinek kesên din bi kirê girtibe wisane. Ev jî dikeve di çarçova xiyaneta netewî û nîştimanî de. Dewleta Tirk bi salane li dijî PKK’ê şer dike lê PKK hertim xûrtir dibe. Ji berku gel di pişt de heye PKK tine nabe. Heta yek Kurd mabe, wê dewleta Tirk nikaribe PKK’ê xilas bike.

– Hun xwediyê ezmûnek dîrokî ya pêşmergetî û karê siyasî ne, çi amojgarî û daxwazên we heye?

Amojgariya min ewe ku bila hizbên siyasî yên Kurdistanê tevî oldaran şandeyek avakin, herin Amerîka, İngiltere, Fransa û welatên din ji wan re bêjin, Tirk me dikujin, bila bêjin em 25 milyon Kurd li Tirkiyeyê hene, heta niha nahêlin em bi zimanê xwe baxivin, cilên Kurdî li xwe bikin û ti azadiyek me nine.

– We çima û kengê dawî li pêşmergetiyê anî?

Min di sala 1964’an de dawî li pêşmergetiyê anî. Mam Celal nameyek ji min re nivîsand û got tu fermandarê hemû devera Cafî heta digihim cem te. Lê ji beriya wê min dizanî nakokî di navbera Mekteb Siyasî û PDK’ê de heye. Min zanî wê şerê birakujî destpê bike. Min wê fermandartiyê qebûl nekir û dest li karê xwe kişand. Min biryar da Kurdayetiyê bikim, ne hizbayetiyê bikim.

– Piştre daxwaz ji te nehat kirin cardin bibî pêşmerge?

Sekereterê Berê yê YNK’ê Mam Celal daxwaz kir ku carek din ji bo Kurdan çek hilgirim. Min got, şerê birakujî nakim, nikarim. Min got, ger bizanim wê hemû Kurd rizgar bibin daku tenê Kurdekî bikujim jî, ez wê çekê nahilgirim û pêşmergetiyê nekim.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv