Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Platforma Li Dijî Dagirkeriyê’ li Hollanda konferansa netewî ya serbixwe lidarxist

 

“PLATFORMA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ”
LI HOLLANDA KONFERANSA NETEWÎ YA SERBIXWE LIDAR XIST

Platforma dij dagirkeriya li Kurdistanê li Hollandayê konferanseke neteweyî ya serbixwe li darxist.

Ji çar beşên Kurdistan rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, rojnamevan û kesayet beşdar bûn.

Axaftina vekirinê endamê konseya rêveber a KNK’ê Gefûr Refîk kir.

Gefûr Refîk got armanc û hedefa me ew e ku em partiyên siyasî yên çar aliyê Kurdistanê bînin gel hev.

Û li dijî dagirkeriyê di nava xwe de yekîtiyekê ava bikin.

Li ser navê Kongreya Star jî Asya Abdullah axivî.

Asya Abdullah got, îro hem li Rojava hem li başûrê Kurdistanê bi xeteriya dagirkeriya dewleta Trik ve rû bi rû ne.

Êdî divê em helwesteke zelal nîşan bibin û li dijî dagirkeriyê têbikoşin.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî da zanîn ku ew ê xebatên yên ji bo Yekîtiyê tim bidomin..

Endamê Konseya Rêber a KCK’ê Zûbeyîr Aydar jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê berdewama polîtîkayên qirkirinê ne û got:

Ji bo têkbirina planên dewleta Tirk divê xebateke hevpar ya netewî were meşandin.

Li ser navê tevgera Goran jî Fuad Cemal axivî û wî jî balkişand ser pilanên dewleta Tirk ên li Kurdistanê.

Seroka Fahrî a PENA-Kurd Berîvan Doskî jî got divê em sêcên dewleta Tirk dike rojeva raya giştî ya Cîhanê.

Wekî din di konferansê de gelek axaftin hatin kirin.

Beşdaran diyar kirin ku divê di navbera hêzên Kurdî de bi ti awayî şer dernekeve û her kes piştgirî bide xebat û têkoşîna ji bo yekîtîya neteweyî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv