300 RÊXISTIN LI BERLÎNÊ MEŞIYAN
DI MEŞÊ DE PEYAMÊN YEKÎTIYÊ HATIN DAYÎN
Sendîka, rêxistinên mafên mirovan, rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û tevgerên ekolojiyê jî di nav de, 300 rêxistin tevlî meşa li Berlînê bûn.
Di meşê de ji bo mafên mirovan, edaleta civakî û krîza avhewayê peyamên hevgirtinê hatin dayîn.
Endamên Meclîsa Nav-Berlîn û gelê Kurd jî tevlî meşê bûn û peyam dan.
Di axaftinan de qirkirina siyasî, çandî û ekolojîk a dewleta Tirk a faşîst hat destnîşankirin.
Hat gotin ku rêveberiyên faşîst ên Tirk û artêşa wê, bi salan e çand û zimanê Kurdî qedexe kiriye.
Bi deh hezaran siyasetmedar, rojnameger û çalakgerên sivîl hatin girtin û êşkence li wa hate kirin.
Tekane hêza ku li hemberî van hovîtiyan li ber xwe daye PKK ye Û zêdetirî 40 sal e çand, ziman û xwezaya Kurdistanê diparêze.”
Bi heman armancê Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê jî, bi pêşengiya Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd çalakî hat lidar xistin.
Di çalakiyê de hat gotin; faşîzma AKP/MHP li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi polîtkaya li dijî gelan dimeşîne, dixwaze jiyanê tine bike.
Li hemberî vê yekê gelê Kurd bi deh salan e liber xwe dide.