Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Plangeriya komkujiyên nû dikin?! Erdogan û serokwezîrê Iraqê Kazimî bi telefonê axivîn

 

PLANGERIYA KOMKUJIYÊN NÛ DIKIN?!
ŞEFÊ REJÎMA FAŞÎST ERDOGAN Û SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ KAZIMÎ BI TELEFONÊ AXIVÎN

Şefê rejîma faşîst a tirk Tayyîp Erdogan di 16 û 17’ê tebaxê de êrişî Şengalê kir.

Di encama êrişan de fermanarê YBŞ’ê Seîd Hesen û bijîşk Muhlîse Sîdar jî di nav de 10 kes şehîd bûn.

Birîndar hîn tedawiya wan li nexweşxaneyan dewam dike.

Erdoganê fermana van komkujiyan da doh bi şev bi serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re hevdîtineke bi telefonê pêk anî.

Kazimî 16’ê tebaxê piştî êrişê serdana Şengalê kiribû û der barê êrişê de ti tiştek negotibû.

Aliyan piştî hevdîtinê îdia kir ku Erdogan û Kazimî li ser têkiliyên Tirkiye û Iraqê û mijarên herêmî axivîne.

Lê li gorî hin îdiayan di hevdîtinê de detayên komkujiyên li Şengalê jî hatine axaftin.

Raya giştî ya kurd ev hevdîtin wek amadekariya pîlangeriya êriş û komkujiyên nû dibîne.

Tê zanîn ku hikûmeta Kazimî bi zextên dewleta Tirk û daxwaza PDK’ê peymana 9’ê Cotmehê ya Şengalê îmze kiribû.

Ji wê demê ve ye jî li dijî êrişên li ser Şengalê bêdeng dimîne.

Tê îdiakirin ku di hevdîtinê de li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û bi hev re parvekirina agahiyên îstîxbaratê jî axivîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv