Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK Başûr ber bi tinebûnê ve dibe

 

PDK BAŞÛR BER BI TINEBÛNÊ VE DIBE
DEWLETA TIRK LI HERÊMÊ DEMOGRAFIYÊ DIGUHERÎNE

Êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê ji 23’yê Nîsanê û vir ve li Metîna, Avaşîn û Zapê bi dijwarî dewam dikin.

Artêşa dewleta dagirker ku li hemberî gerîla nikare pêş ve biçe, her diçe zêdetir tengav dibe.

Ji ber wê jî deverên Girê Sor, Tabura Ereban û Girê Spî yên Avaşînê bi dronê, balefirên şer û helîkopterên êrişê bê navber bombebaran dike.

Li gor agahiyên ji herêmê tên, artêşa Tirk li deverên têk diçe, hewil dide bi hêzên taybet ên PDK’ê bi gihîje hedefa xwe.

Heman çavkanî radighînin ku li herêma Avaşînê gelek kuştiyên artêşa tirk çêbûne.

PDK ji bo pêşiya li van wendahiya bigre û destê artêşa dagirker rehet bike, 70 gundên ji Zaxo heta Bradostan vala kirine.

Li van deverên valakirî çeteyên ji Sûrî û malbatên wan tên bi cîh kirin.

Dewleta Tirk bi van çeteyan dixwaze di şerê li dijî gerîla de bi ser keve.

Di çarçoveya vê planê de, Tirkiye hewl dide penaberên Afgan jî li vê herêmê bi cih bike.

Tê diyarkirin ku agahiya Waliyê Dihokê Elî Tatar jî ji vê pîlana berfireh heye.

ÎSTIXBARATA PDK’Ê JI MÎT´Ê RE DIŞIXULE
DI ÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊ DE ROLA PDK’Ê SRATEJÎK E

Di çarçoveya pîlana têkbirinê ya 24’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve dewleta tirk hertim xwestiye herêmê dagir bike.

Di vê stratejiyê de wê rol daye PDK’ê jî.

Dewleta Tirk hewl dide bi destê PDK’ê xeta Amediyê û Metînayê ji hev cûda bike û baregehên xwe li cihên stratejîk ava bike.

Li gundê Banke yê Serê Metîna ku pêşiya qada Çiyayê Spî vedike hêzên PDK’ê hatine bicihkirin.

Ligel van bûyeran hemûyan, bi navê Parastinê karê sîxuriyê yê MÎT’ê li herêmê dewam dike.

Armanc dagirkirina daimî ya Başûrê Kurdistanê ye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv