“PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
NIVÎSKARÊN SILÊMANIYÊ: DIVÊ HEMÛ JI CÎHANÊ RE BÊJIN; PKK NE TERORÎST E
Înîsiyatîfa Navnetewî ya Edalet ji bo Kurdan ev serê 3 mehan e pêşengî ji kamapnayayeke girîng re dike.
Armanca kampanyayê derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya Amerîka û Ewrûpayê ye.
Ji zêdetirî 30 welatan bi sedhezaran kes tevli vê kampanyayê bûne.
Li Başûrê Kurdistanê jî ji 29 çileyê ve ye bi pêşenbiya kesayetên naskirî ev kampanya bi pêş dikeve.
Her roj eleqeya ji bo kampanyayê û girîngiya bidestxisitna encamê zêdetir dibin.
Nivîskarên ji Silêmaniyê jî bi rêya Rojnewsê nêrînên xwe eşkere kirin.
Nivîskar Ehmed Arif îşaret bi girîngiya yekhelwestiya kurdan a ji bo kampanyayê kir:
Nivîskar Mihemed Tekêy destnîşan kir her rêxistinek parastina mafê neteweyekê bike, nakeve kategoriya terorê:
Endamê Meclîsa Tevgera Demokratîk a Gelê Kurd Necad Elî Qadir bal kişand ser girîngiya derxistina PKK’ê ji lîsteyê kir û got:
Ji bo aştîxwaz bî, divê cengawerekî wêrek bî. Îro PKK ew cengawer e li Kurdistan û Tirkiye û ji bo aştî û azadiyê şer dike.
Divê hemû netewe destê xwe bidin hev, ji bo serxistina têkoşîna niştîman a li her deverekê.
Daxwaza me ew e demildest tevgera azadîxwaz ji lîsteya terorê bê derxistin.