HEVSEROKA MSD’Ê EMÎNE OMER
“HEVPEYMANA NÛ YA CIVAKÎ WÊ HEMÛ GELÊN HEREMÊ TEMSÎL BIKE”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo ku karibe bersivê bide pêdiviyên herêma xweser rêzek biryar girtin.
15’ê Tebaxa 2021’ê komîteyeke ji 30 kesî ji bo amadekirina hevpeymaneke nû civakî hatibû avakirin.
Komîteyê di encama xebata 2 mehan de pêşnûmeyeke nû amade kir.
Ev pêşnûme ji aliyê rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi berferihî hat nîqaşkirin.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê Emîne Omer qala pêşnûmeyê kir.
Emîne Omer dibêje, bi rizgarkirina Reqa, Dêrazor û Tebqa re peymana berê ya civakî kêm maye, ji ber vê yekê me pêwistî bi yeke nû dîtiye..Di vê peymana nû de wê nerîna hemû qadên xweser û pêkhateyan hebin..
HEVSEROKA MSD’Ê EMÎNE OMER
“EM Ê LI GORÎ PEYMANA NÛ YA CIVAKÎ HILBIJARTINÊ PÊK BÎNÎN”
Emîne Omer da zanîn ku peyman ji 93 xalan pêk tê û komîte wê van xalan bi hemû beşên civakê re nîqaş bike..
Hevseroka MSD’ê Emîne Omer diyar kir ku ew ê li gorî peymana civakî ya nû li herêmê hilbijartinê pêk bînin.