Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK: Dewleta Tirk hevalê me bi awayekî hovane qetil kir

 

YASÎN BÛLÛT – ŞUKRU SERHED
PKK: DEWLETA TIRK HEVALÊ ME BI AWAYEKÎ HOVANE QETIL KIR

Komîteya Têkiliyiên Derve ya PKK’ê têkildarî şehîdxistina Yasîn Bûlût bi nasnav Şukru Serhed daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ev du rojên dawî MÎTa Tirk û kontrayên hevkarên wê li Silêmanî li dijî welatparêzên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê û endamên PKK’ê êrişan dikin.

Îro serê sibê dewleta Tirk a kujer û hevkarên wê hevalê me Yasîn Bûlût bi nasnav Şukru Serhed li ber mala ku lê dima bi awayekî hovane qetil kir.

Hevalê me Yasîn Bûlût serê sibê zû ji bo biçe nexweşxaneyê ji mal derket.

Kontrayê Tirk ew gullebaran kir û şehîd bû.

Ev êriş ne tenê li dijî me, li dijî tevahiya xelkê Başûr û aramiya Silêmanî pêk hatiye.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê birîndarkirina penaberê Kurd li Silêmanî Ferhat Bariş Kondu jî bi bîr xist û wiha got:

Ev yek nîşan dide, ku Erdoganê faşîst û teşkîlata wê ya MÎT’ê bi pîlan û amadekariyekê, dest bi reşkujiyan û cinayetên siyasî kirine.

Di serî de hukûmeta Başûr, divê berpirsiyarên herêma Silêmanî tavilê daxuyaniyekê têkildarî vê terora dewleta Tirk bidin û tedbîran bigirin.

Heke dewleta Tirk a faşîst li her parçeyê Kurdistanê dikare wê wêrekiya komkujiiyan nîşan bide, li ser me ferz e, ku em Kurd hemû bibin xwedî helwest û tedbîrên hevpar.

Heke li dijî van komkujiyan helwesta pêwîst neyê nîşandan, kujer bi awayekî lezgîn neyên girtin û teşhîrkirin, wê dewleta Tirk cesaretê bigire.

Di daxuyaniya PKK’ê de hat destnîşankirin, ku hevalê wan ê 64 salî Yasîn Bûlût ev 40 sal in xwedî ked û hewldaneke mezin bû di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de.

Tevî emrê xwe yê mezin û nexweşiya xwe jî kedeke mezin dida.

Herî dawî ji ber ku nexweşî lê giran bû, ji neçarî çû Silêmanî û xwest bê dermankirin.

Lê ji ber ku dewleta Tirk a faşîst fermana kuştina Kurdan hemûyan daye, li nîvê kolanê êrişî mirovên nexweş dike û qetil dike.

Divê gelê me bi awayekî layiqî têkoşîna hevalê me Yasîn Bûlût, xwedî li şehadeta wî derkeve.

Di serî de xelkê me yê Başûrê Kurdistanê, bang li tevahiya partî û kesayetan dikin, ku xwedî li Yasîn Bûlût derkevin û bibin xwedî helwest.

Em weke tevger dev ji vê bûyerê bernadin.

Em ê bi helwesta xwedîderketina li bîranîna hevalê xwe rabin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv