LI SILÊMANÎ MÎT’A TIRK ÊRIŞÎ ŞOREŞGEREKÎ KIR
YASÎN BULUT BI NASNAV ŞUKRU SERHED ŞEHÎD BÛ
Li navenda Silêmanî serê sibê li dijî şoreşgerekî êrişek pêk hat.
Saziya îstîxbarata Tirk-MÎT’ê ev êriş pêk anî.
Êriş li dijî Endamê Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê Yasîn Bûlût bi nasnav Şukru Serhed pêk hat.
Serê sibê dema Yasîn Bûlût li taxa Çarçira dimeşiya, kes an jî hin kesan ew gullebaran kirin.
Di encama gullebaranê de şoreşger Yasîn Bûlût şehîd bû.
Yasîn Bûlût bi nasnav Şukru Serhed ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li Silêmanî bû û dihat dermankirin.
Yasîn Bûlût bi nasnav Şukru Serhed, sala 1957’an li Qersê ji dayîk bû.
1978’an beşdarî nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê bû.
Di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî de hat girtin û li zîndana Amedê hat ragirtin.
Li vê derê bû yek ji berxwedêrên wê demê li dijî faşîzma dewleta TIrk û serî netewand.
Sala 1991’ê çawa hat berdan berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Ev 15 sal bûn, Endamê Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê bû.