Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PJAK/KODAR: ‘Hilbijartinê boykot bikin’

 

“HILBIJARTINÊ BOYKOT BIKIN”
PJAK/KODAR: REJÎMA ÎRANÊ DI HILBIJARTINÊ DE GEL WEKE AMÛR BI KAR TÎNE

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê têkildarî hilbijartinên Serokkomariyê û meclîsên gund û bajarên Îranê ku wê meha Hezîranê pêk werin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PJAK/KODAR’ê diyar kirin ku rejîma Îranê hebûna gel di hilbijartinê weke amûrekê bi kar tîne

û ragihandin ku ji ber nebûna zemînê hilbijartinek azad û demokratîk, bi şêwazek vekirî 13’emîn dewra hilbijartina serokomarîya Îranê baykot dikin.

Di daxuyaniyaniyê de bi berfirehî li ser karaktera siyasta qirker a rejîma Îranê jî nirxandin hatin kirin.

Rêxistinên demokratîk ên Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kirin ku li dijî vê rejîma antîdemokratîk pêşniyara wan xwebirêxistinkirina gelan, paradîgmaya netewa demokratîk e.

Xalên ku di daxuyaniyê de derketin pêş bi vî rengî ne;

Her dengek wê bibe guleyek ber bi kolberan, dara îdamê û biçûk xistina jinan û têk birina jîngehê.

Hilbijartin ne her tişt e. Lazime têkoşîna demokratîk a gelan bi şêvazek hevgirtî be.

Ev têkoşîna hevpar bi refên karkeran, jinan, ciwanan, karmend, rewşenbîr û hemû nifşên azadîxwaz û demokrasîxwaz wek fermanek der-hilbijartin pêş bikeve.

Bi yekîtiyek giştî, bi şîara ‘Na ji bo îdamê, erê ji bo demokrasî’ were rêxistin kirin.

Bi hêz kirina bizava têkoşîna demokratîk, stratejiya bingehîn a gelane.

Li ser vê esasê tenê baykot kirina hilbijartinê têrê nake û divê rêxistin kirina gelan ji aliyê wan bi xwe bve bibe tewra tekoşîna demdirêj a demokratîk û radîkal.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv