Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hozan Mizgîn, fermandar û hunermenda şoreşger – Portre

 

GURBET AYDIN-HOZAN MIZGÎN
FERMANDAR Û HUNERMENDA ŞOREŞGER

Kesên qedir û qîmeta hunera xwe dizanin, di şertên herî giran û dijwar de dikarin hebûn û nasnameya xwe jî biparêzin.

Di nava gelê Kurd de bi taybet piştî salên 80’î gelek hunermendên ku di oxira azadiyê de canê xwe bexş kirin û bûn sembolên hunera şoreşa Kurdistanê…..

Yek ji wan Gurbet Aydin bi nasnavê xwe yê hunerî Mizgîne…

Gurbet Aydin, sala 1962’an li Batmanê hate dinê.

Sala 1980’î di 18 saliya xwe de ji ber siyaseta asîmîlasyona komara Tirk ku bi hemû hêza xwe li bakurê Kurdistanê dihate meşandin tevli nava refên tevgera azadiyê dibe.

Mîzgin sala 1983’an de ji bo kar û xebatên hunerî berê xwe dide qada Ewrûpayê û li gel hunermendê şoreşger Sefqan “Yekîtiya Hunermendên welatpêrêzên Kurdistan-HUNERKOM ” ava dikin..

Hunermend û stranbêjên ku di bin siya vê saziyê de xebatên xwe meşandin di qada hunerî de , xizmetên gelek mezin bi deng û muzîka xwe pêşkêşî gel kirin.

Navê Mîzgîn jî bi starnên wê yê xweş bi deng wê yê germ û nerm li çar hêlên Kurdistanê belav bû.

Li gel kar û xebatên hunerî, Gurbet Aydin her wiha bi awayekî çalak cihê xwe di nava Yekitiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê de jî digre..

Mizgîn ne tenê bi dengê xwe yê xweş û geş, bi sekna xwe ya şoreşgerî jî bandora xwe li gelê Kurd kir..

Piştî demek dirêj ya çand û xebata jinan a li Ewrûpayê Mizgîn berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Û di nava demeke kurt de dibe yek ji fermandarên eyaletên Mêrdîn û Garzanê..

11ê Gulana 1992’an li gundekî Tetwanê, di serdagirtina leşkerên Tirk de ji bo dil nekeve bombeya xwe bi xwe de diteqîne û tevlî nava refên şehîdên Kurdistanê dibe..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv