Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pisporê Enstîtuya Rojhilata Navîn Stanîslav Îvanoz: Kurd mafê xwe dixwazin û wê heta dawî biçin 28.01.2021

 

KURD MAFÊ XWE DIXWAZIN Û WÊ HETA DAWÎ BIÇIN
STANÎSLAV ÎVANOZ / PISPORÊ ENSTÎTUYA ROJHILATA NAVÎN

Dema mirov li rewşa li Efrinê dinêre mirov bi rasti jî matmayi dimîne. Ji ber ku heta niha ew hêzên ku li himberî dijminê mirovahiyê şer dikirin îro cihan tevde li hember kuştina wan bêdenge. Dewleta tirk dibêje ku qaşo ewê li Efrînê çeteyên DAİŞ paqij bike, ma ne tu bû ku heta niha ew çeteyên bê asil
xwedî dikir?

Ma bi kuştina mirovên sivîl û zarokên bê guneh tuyê sînorên xwe paqij bikî? Erdogan bi navê ku sinorên xwe ji çeteyan paqij bike mirovên sivîl dikuje û mixabin cîhan tevde bêdenge…

Hemû mirovên zane ez bawerim fêm dikin kû ti sedemên Erdogan ketina Efrîn
tinebû, lê pêwîstiya wî bi şovek nû hebû û bi hemû lîstokên xwe yên pişt perde ev yek serket. Di vir de rola Kremlîn pir girînge. Kremlîn destpêkê hêzên xwe vekişand û piştre jî ‘’lampa kesk’’ji bo kiryarên qirêj a Erdogan pêxist.

Rûsya pir zû ji bîr kir ku Kurd Rojhilata Navîn û tevahiya şaristaniya me ji hovên wek DAİŞ parastin dema ku serokê wan dewletan di bodruman de xwe vedişartin û arteşên wan bê şer direviyan. Tenê kurd li hemberî wan li berxwe dan û tekoşina xwe heta niha jî dewam dikin.

Kurd êdi westiyan ji asimilasyon û qirkirinê û eger îro kurd têdikoşin tekoşîna
wan pîroz û adilane ye.

Kurd mafê xwe dixwazin û ewê heta dawî biçin. Şerma herî mezin ewe ku îro çapemeniya Rusya piştgiri dide ew dagirker û sûcdarê şer Erdogan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv