Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Munewer Azîzoglû Bazan: Vîna bedenên birçî 28.01.2021

 

VÎNA BEDENÊN BIRÇÎ
MUNEWER AZÎZOGLÛ BAZAN / XWEBÛN

Di dîroka têkoşîna her çar parçeyên Kurdistanê de berxwedanên li girtîgehan xwedî cîhekî girîng in. Ji xeynî zilm û zordariya dewletan û êşkenceyên wan ên bêemsal, berxwedêriya li dijî vê yekê bûye mijara bi sedan çîrok, stran, helbest, mesel û nivîsan. Girtîgeh di vê çarçoveyê de hem wek rûyê tazî yê dagirkeriyê û hem jî rûyê tazî yê têkoşînê xwe dane der. Her wiha di pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê de pêşengtiya li girtîgehan û çalakiyên greva birçîbûnê/mirinê ji zû de di bîra civakî de cihê xwe girtine.

Ji hêlekê ve bi dîlgirtîbûna xwe û ji hêla din jî bi înkarkirina hebûna xwe girtîyên siyasî di girtîgehên dewleta dagirker de temsîla tevgerên li dijî koletî û êşkenceyê yên sedsala 18’an dikirin. Laşê wan jî ji wan hatibû girtin. Û ew laş bi razandina birçîbûnê li dijî faşîzmê bû çeka herî mezin û bi bandor û her wiha bû yek ji sembola berxwedan û azadiyê.

Ji bo azadiyê, xwefedarkirina yek ji taybetmendiyên têkoşeran e. Wan ev yek bi birçîhiştina bedena xwe kirin. Her roj, kêlî bi kêlî jiyîn vîneke bêhempa dixwaze. Ev vîn û bawerî di têkoşêrên azadiya Kurdistanê de her daîm hebû. Ji salên 1980’î heta roja me ya îro girtiyên siyasî li girtîgehan, li yek ji qadên têkoşînê yên herî dijwar, di kêliyên dîrokî de wek wijdana civakê derdikevin pêş û bedena xwe ji têkoşînê re dikin sîper.

Greva birçîbûnê li zindanan, ji hêla çalakgeran ve wekî ‘rêya herî dawî’ tê dîtin. Di rewşa xwe ya sînorkirî de hem dixwazin ji siyaseta xitimandî re, ji ragihandin û protestoyên polîtîk ên din re rê vekin û hem jî bi vî awayî dixwazin wek aktorên têkoşînê helwesta xwe ya polîtîk nîşan bidin. Serkeftina greva birçîbûnê ji xeynî bicihanîna daxwazan, xwedî girîngiya balkişandina ser rewşê ye.

Girtiyên siyasî bi çalakiya xwe peyamê tenê ji dewletê re naşînin. Her çiqas daxwaz ji rayederên dewletê re bên rêzekirin jî li hêla din xîtabî wijdanê civakê dikin. Dixwazin êşa xwe bi civakê bidin hîskirin û dengê xwe bidin bihîstin. A ku dikeve ser milê me, ew e ku em careke din nirxên mirovahiyê bi bîra xwe bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv