KAMPANYA “PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
PIRTUKXANEYA GEROK LI DÊRIKÊ BÛ, GEL ELEQEYEKE BAŞ NÎŞAN DA
Ji bo PKK ji lîsteya rêxsitinên terorê were derxistin û azadiya fizîkî ya rêber APO pêk were tevgera ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ di nava tevgerê de ne.
Pirtukxaneya gerok piştî Amûdê, Qamişloyê û Girkê Legê li Dêrikê bû.
Gelek welatî li sûka navendî kom bûn û ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê îmze dan kampanya yê.
Ev çalakî wê heta 24’ê Çileyê dewam bike û li tevahî bajar û navçeyê herêma Cizîrê bigire.
KAMPANYA “PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
CIWANÊN TEBQAYÊ TEVLÎ KAMPANYÊ BÛN
Li Tebqayê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi daxuyaniyekê beşdariya xwe ya kampanyayê ragihandin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi têkoşîna PKK’ê ya ji bo mirovahiyê hat kirin û wiha hat gotin.
PKK ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo azadiya tevahiya pêkhateyên herêmê têdikoşe..
Divê navê wê ji lîsteya rêxistina terorê were derxsitin..
Piştî daxuyaniyê îmze hatin komkirin.