Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: ‘Çi hêz û teknîk ji dilekî bawermend xurtir nîne’

 

ÇI HÊZ Û TEKNÎK JI DILEKÎ BAWERMEND XURTTIR NÎNE
FEHÎM IŞIK / WELAT

Dewleta Tirk, piştî ku bihara ereban gêhîşt Sûriyê bi awayekî aşkere daxilî pêvajoyê bû. Hê di sala 2011’a de bi hezaran çeteyên Cebhet-ul Nûsra û Birayên Misilman ji Bakûrê Afrîka derbasî Sûriyê kir. Di vê navberê de gelek hêzên cîhadîst bi serperiştiya Birayên Misilman li Antalya, Hatay û Stenbolê bi hev civandin. Dewleta tirk wisa hesab dikir ku ew ê Esad di demekî nêz de ji ser hukim biçe û kontrola Sûriyê jî ew ê ji dewleta tirk re bimîne. Emrîkayî jî wusa difikiriyan. Ew jî piştgiriya çeteyan kirin. Bi tevî Tirkiye perwerde dan çeteyên cîhadîst û wan çeteyan bi navê ‘Artêşa Azad a Sûriye’ bi çek kirin.

Kurdên Rojava çi car daxilî van lîstîkên qirêj nebûn. Di destpêkê de herêmên xwe parastin. Nedixwestin herêmên wan bibe herêmên şer. Ji bo parastina herêmên xwe berê YPG, dû re YPJ damezrandin. Ev hêz jî tenê li hember êrîşan gelên herêmê diparastin.
Di 19’ê tîrmeha 2012’a de kurd, agirê şoreşê pêxistin. Ewil li Kobanê, dû re hemû herêmên ku girtin bin kontrola xwe, ji bo rêvebirina herêm jî Meclîsên Gel hatin damezrandin.

Hatina Rusya, nakokiya di navbera Rusya û Emrîkayê de aşkere kir. Mixabin, yên ji vê nakokiyê îstîfade kir, piranî dewleta tirk bû. Ev yek derfet da Erdogan ku dest bi êrîşên dagirkirina rasterast bike. Çeteyên wekîl ji navberê derxist û ewil hin herêmên di destê çeteyan de bû girt bin kontrola xwe. Dû re berê xwe da Efrînê.

Dema êrîş bir ser Efrînê, Emrîka got “Ew der ne herêma min e. Min eleqeder nake.” Rusya jî çav li êrîşên rejîma Erdogan girt. Şervan û Efrînî tena serê xwe mabûn. Li hember teknîka qirêj ya zaliman incax 58 rojan berxwe dan. Mixabin, hemû aliyan ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyan û piştgiriya dewleta tirk kirin. Ev piştgiriyên qirêj bûn sedem û di 18’ê adarê 2018’a de Efrîna rengîn ji alî dewleta tirk ve hate dagirkirin.

Dagirkerî her çû belav bû. Ev car di dema serokatiya Trump de Emrîka rê li Erdogan vekir û Girê Spî û Serêkaniyê jî hatin dagirkirin. Lê her çi kirin, ne kurdên Rojavayê Kurdistanê, ne jî gelên din yên herêma Bakûr û Rojhilatî Sûriyê serî li dagirkeran netewandin.
Dewleta tirk demografiya herêmê xera kir. Kurd ji cîhê bav û bapîran derxistin. Yên derneketin jî hatin kuştin, revandin, êşkence kirin…

Ev êrîş hê jî didomin. Êdî dagirkerî reng guherandiye, veguhestiye îlhaqê û hemû dinya jî vê barbariyê temaşe dikin.
Rêvebiriya Xweser, bi israr e. Dev ji sîstema xwe ya demokratîk bernadin. Di nav şer de heta ji wan tê bingeha sîstema xwe qaîm dikin. Her weha ji bo azadkirina herêmên dagirkirî jî hewla xwe didomînin. Çi bi şer, çi bê şer, bi biryar in ku ew ê dawî li dagirkeriyê bînin.

Qet şik nîne ku ew ê tevayî Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, rojekî azad bibe. Çimkû tê zanîn ku çi hêzek an jî çi teknîkek ji bîr û baweriya dilpolayan xurttir nîne…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv