Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pergala tecrîda li Îmraliyê : Ebru Gunay: Hewce ye tecrîd bi dawî bibe û Ocalan bi xwe biaxive.

 

PERGALA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
EBRU GUNAY: HEWCE YE TECRÎD BI DAWÎ BIBE Û OCALAN BI XWE BIAXIVE

Rêber Apo 23 sal in di pergala tecrîdê de tê ragirtin.

Serê 10 mehan e ti agahiyekê ji Rêber Apo nayê wergirtin.

Di demeke wiha de şefê rejîma tirk Erdogan du caran behsa Îmraliyê û Rêber Apo kir.

Erdogan di 12’ê çileyê de di komcivîna AKP’ê de û şeva 26’ê çileyê di televîzyoneke Tirkan de behsa Rêber Apo kir.

Nûnerên siyaseta kurdî van minawreyên Erdogan weke bêcidiyetî bi nav dikin û dixwazin deriyên Îmraliyê were vekirin.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay der heqê axavtinên Erdogan de ji ajansa mezopotamyayê re axivî.

Ebru Gunay da zanîn ku Rêber Apo di şertên tecrîdê de ye û ne hedê kesekî ye ku li ser navê wî biaxive:

Sedema vê tecrîdê Erdogan bixwe ye.

Lewma kesê herî dawî bikare qala birêz Abdulah Ocalan bike yan jî derheqê wî de îdiayan bike, Erdogan e.

Ya ku dikeve ser milê desthilatdariyê ew e ku tecrîdê rake.

Em bang li hikûmetê dikin; li şûna ku her carê îdiayên der-aqil bikin, bila tecrîdê rakin.

Bila raya giştî ji Abdulah Ocalan bi xwe bibihîze bê ka çi difikire.

Divê tecrîd bi dawî bibe û Abdulah Ocalan bixwe biaxive.

PERGALA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
DÎLAN DÎRAYET TAŞDEMÎR: ÎKTÎDAR BI XWE JÎ ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ DIBÎNE

Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî der barê heman mijarê de ji ajansa jin-newsê re axivî.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr da zanîn ku di siyaseta Tirkiyê de Rêber Apo cihekî girîng digire û wiha got:

Di meseleya aştî, doza gelê kurd û têkiliyên Rojhilata Navîn a Tirkiyê de rola birêz Abdulah Ocalan girîng e.

Dema siyaset tê kirin herkes dizane ku heta tevlîbûn û fikra Îmraliyê neyê girtin rêyek nayê dîtin.

Vê yekê Erdogan jî dizane. Tê famkirin ku îktidar bi xwe jî çareseriyê li Îmraliyê dibîne.

Em wekî siyaset vê gotinê bi salan e dikin.

Daxwazên kurdan li holê ne. Misyona Abdulah Ocalan li holê ye.

Bila deriyên Îmraliyê vebe û birêz Abdulah Ocalan gotinên xwe bi raya giştî re parve bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv