Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Emily Apple: Divê Ocalan serbest bibe û PKK ji lîsteyê were derxistin.

 

KAMPANYA DERXISTINA PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ
EMILY APPLE: DIVÊ OCALAN SERBEST BIBE Û PKK JI LÎSTEYÊ WERE DERXISTIN

Însiyatîfa Navneteweyî ya ‘Edalet ji bo Kurdan’ di meha kanûna 2021’ê de ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin dest bi kampanyayê kir.

Xelatgira Nobelê nivîskar Elfriede Jelinek, fîlozof Slavoj Žižek, pisporê hiqûqa navnetewî Prof. Norman Paech, Prof. Michael Gunter, ji Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas jî di nav de gelek kesayetên naskirî tevlî bûne.

Ji beşdarên kampanyê Emily Apple beriya bi demekî kin serdana Tirkiyê kiriye.

Emily Apple li Brîtanyayê edîtoriya ragihandina serbixwe ya The Canaryê dike bersiv da pirsên rojnamevan Erem Kansoy.

Apple der barê kampanyayê û azadiya Rêber Apo de ev nirxandin kirin:

Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî bi dawî bibe, Ocalan parçayekî prosesa aşitiyê ye.

Ti eleqeya PKK’ê bi terorîzmê re tine. Divê PKK bi awayekî lezgîn ji wê lîsteyê were derxistin.

Eşkereye ku PKK ne rêxistineke terorê ye ji ber wê jî nabe ku wisa nêzî wê bibin.

Emily Apple der barê rewşa Rêber Apo de jî ev nirxandin kirin:

Hemû rêxistin, sazî û dezgehên em bi wan re têkilî datînin dixwazin ku PKK ji lîsteyê were derxistin û Abdullah Ocalan azad bibe.

Heke proseseke aşitiyê dest pê bike divê PKK ji lîsteyê were derxistin.

Apple bi bîr xist ku Brîtanyayê jî PKK’ê xistiye lîsteya terorê û wiha got:

Dêhna xwe bidinê li Tirkiyê gotin li cih be hindik maye ku ji HDP’ê re jî bibêjin rêxistina terorê ye.

Heke qewimî û wisa gotin gelo wê Brîtanya jî HDP’ê weke rêxistineke terorê bibîne?

Divê em hemû li dijî vê rabin, destpêkê ji bo tecrîd bidawî bibe û ji bo Ocalan tevlî porosesê bibe divê em kar bikin.

Ji ber ku encax bi vî awayî çareserî bi pêş keve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv