Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pergala perwerdeya Başûrê Kurdistanê: Ciwanên Kurd li gorî çanda xwe nayên perwerdekirin

 

PERGALA PERWERDEYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
CIWANÊN KURD LI GORÎ ÇANDA XWE NAYÊN PERWERDEKIRIN

Li Herêma Kurdistanê serdema dibistanên taybet di sala 1994’an de dest pê kir.

Di sala 1994’an de li Hewlêrê Kolêja Işik, di sala 1997’an de jî li Silêmaniyê Kolêja Selahedîn hatin vekirin.

Ev her dû Kolej ên Tirkiyê ne û heta niha jî hene.

Salane ji dibistana dayikê heta zanîngehê xwendekarên wan hene.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd di roportajek xwe de diyar kir ku li Herêma Kurdistanê nêzî 430 dibistanên bi zimanê Îngilîzî û nêzî 122 dibistanên bi zimanê Erebî perwerdeyê didin hene.

Li gorî daneyên Wezareta Perwerdeyê ya sala 2021 û 2022’yan, li Herêma Kurdistanê nêzî 445 navendên taybet ên ser bi Wezareta Perwerdeyê ve hene û piraniya wan li herêma parêzgeha Hewlêrê ne.

Li gorî Wezareta Perwerdeyê, li Herêma Kurdistanê milyonek 815 hezar xwendekar hene.

Ji van milyonek û 715 hezar li dibistanên hikûmetê û 90 hezar jî li dibistanên taybet dixwînin.

Li gorî Wezaeta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê niha 18 zanîngeh û şaxên wan ên taybet li bajarên Herêma Kurdistanê hene. Hejmara van bi qasî zanîngehên hikûmî ye.

Li herêma Kurdistanê perwerde li ser sê beşa tê dayîn.

Beşa yekem;

Dibistan û peymangehên xwemalî; ev li gorî bername û pergala Wezareta Perwerdeyê dersan dide.

Beşa duyem;

Dibistan û peymangehên biyanî; ev pergala û bernameya perwedeya welatên biyanî esas digre ku ev jî ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve hatiye erêkirin.

Beşa sêyem;

Dibistanên navneteweyî; ev dibistan û peymangehên taybet, li gorî pergal û zimanê welatê xwe zarokan perwerde dikin.

Di van dibistanan de bi giranî zarokên rêveberin herêmê û kesên dewlemed perwerdeyê dibînin.

Hin ji van dibistanan bêyî ku wezareta perwerdê agahdar bikin di pergala perwerdeyê de guhertinan dikin.

Lewma zarok û ciwanên di van dibistanan de dixwînin li gorî çand, dîrok, ziman û kevneşopiya welat nayên perwerdekirin.

Ev guhertina di zarok û nifşê nû de tê çêkirin bandorek neyînî li tevahiya kurdan dike.

Ji ber ku rêvebiriya herêmê girîngiyeke mezin nade perwerdê û pêşî li sektora perwedeya taybet vekiriye pergala ku pêş dikeve jî ne li gorî çanda Kurdî ye.

Herî dawî kanala fermî ya dewleta Tirk TRT Şeş, li dibistana Maarîf a li Hewlerê perwerdeya ragihandinê dida xwendekaran.

Ev jî dide eşkere kirin ku rêvebirên van dibistanan ji aliyê dewleta tirk ve ji bo asîmîlekirina ciwanên Kurd bi taybet hatine erkdarkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv