Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Faruk Sakik: ‘Med TV û zimanê Kurdî’

 

MED TV Û ZIMANÊ KURDÎ
FARUK SAKIK / RONAHÎ

Piştî ku Med Tv dest bi weşanê kir, kesekî Elman ê ji dostên Kurdan di serdana televîzyonê de digot; “Ji bo me Almanan Martin Luther çi be, ji bo Kurdan jî Med Tv ew e. Zimanê Elmanî ji gelek devokên cuda bu û li hin herêman gel jihev fêm nedikir. Martîn Luther Încîlê wergerand zimanê Elmanî û çap kir. Piştî vê xebatê standarta zimanê Elmanî saz bû. Zimanê kurdî jî ji bo ku bi asîmîlasyonê rûbirû mabû û devok û lehçeyên cuda hebûn jihevfêmkirin pir zehmet bû. Lê bi vekirina Med Tv standartek çêbû. Îroj Kurd hemû bi vê yekê wê ji hev fêm bikin.”

Med Tv weşana yekê ya dîtbarî bû ku dengê zimanê kurdî jê bilind dibû.

Televizyona kurdî û ya Kurdan ya yekê navê xwe ji yekem şaristaniya Kurdan ji Medan girtibû. Med-TV 2500 sal piştî xerabûna şaristaniya Medan dest bi weşana xwe kiribû.

Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo Kurdan pirr tişt neguherîbû. Kurdistan her di bin dagirê de û Kurd her nav têkoşîna netewî de bûn.

Zimanê wan qedexebû, navê welatê wan tune bû, serek û pêşengên wan an li zindanan, an li çiyayan an jî li sirgûnan bûn.

Med-TV wek rihekî biefsûn li ser xaka Mezopotamya geriya, çand, folklor, ziman, adet, tore, muzîk, stran, çîrok û xeyalên însanên van zewiyên xemgîn careke din vejand. Zimanê Kurdî tevî çar zaravayên xwe her şev ji ekranên televîzyonan ber bi hesret û xeyalên Kurdan ê hezaran salî herikî.

Med TV wek dibistaneke bû. Kurd yekem car bi saya vê televîzyonê bi dewlemendî û kûrahiyên nirxên xwe yên netewî hisiyan.

Bi taybetî di nav Kurdan de hêsta netewebûnê piştî weşanên Med TV bi awayekî liberçav pêşket. Kurd bi hevdu hisîyan, welatê xwe nas kirin, bi dîroka xwe derxistin, bi hêza xwe hisiyan.

Med TV ziman û çanda wana qedexekirî û veşartî li wan vegerand. Ji hişyarbûna wan a sedan salan re alîkarî kir.

Lê ya esas xebatên ji bo parastin û pêşvexistina zimanê Kurdî bû. Di destpêka weşana Med Tv de, li Kurdistan gelek kesan ji zimanê weşanê fêm nedikir. Lê gelek kedkar û pisporên ziman, di televîzyonê de li ser ziman xebat meşandin, da ku li çar aliyê Kurdistanê were fêmkirin. Bi demê re ev yek jî pêk hat.

Her çiqas kovar û rojnameyên bi Kurdî hebûn jî, lê ji bo di nav Kurdan de xwendin û nivîsandin kêm bû zêde bandor nedikir. Med Tv ev valahî bi bernameyên xwe yên ziman û bi weşana xwe tijî kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv