Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêngava Dem Dema Azadiyê Ye: Bi pêngavê re hesabên AKP-MHP’ê derb xwarin

 

PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ
BI PÊNGAVÊ RE HISABÊN AKP-MHP’Ê DERB XWARIN

Pêngava ‘Li dijî tecrîd, dagirkerî faşîzmê; dem dema azadiyê ye’ ku berî salekê, 10’ê Îlona 2020’î ji aliyê Konseya Rêveber a KCK’ê ve hate ragihandin, 12’ê Îlonê dest pê kir.

Girtiyan, Kurdên li çar beşên Kurdistanê û derveyî welêt li dijî êrişên topyekûn ên desthilatdariya AKP-MHP’ê bi biryardarî li ber xwe dan.

Vê berxwedanê hisabên rejîma tirk ên li ser qirkirina kurdan jî serûbin kirin.

BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYE

Bakurê Kurdistanê û Tirkiye di têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê de bû navenda pêngavê.

Bi taybetî jî çalakiyên 8’ê Adarê û pîrozbahiyên Newrozê çalakiyên bêhempa bûn.

Têkoşîna bi pêşengiya HDK û KCD’ê û beşdariya her beşên civakê bi pêş ket, hîn jî didome.

Di çarçova pêngavê de girtiyên li zindanên dewleta tirk ji bo azadiya Rêber Apo ji 27’ê Mijdarê ve 288 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Li Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina Kurdistanê ye’ pêngavê destpê kir.

Li dijî hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bi kampanyayê hevkariya bi dagirkeran re hate teşhîrkirin.

Li gel berxwedana gerîla ya li vê qadê her wiha têkoşîna siyasî, civakî û dîplomatîk jî dewam dike.

ROJAVA – BAKURROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Rojava jî bi dirûşma ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye’ beşdarî pêngavê bû.

Li dijî hewldanên dewleta Tirk ên berfirehkirina dagirkeriyê bend hate danîn.

Hêzên siyasî û leşkerî yên şoreşê ji bo naskirina rewatiyê û statuyê derfetên xwe zêde kirin û pêşî li serketina stratejiya dewleta Tirk girtin.

ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Rojhilatê Kurdistanê jî bi dirûşma ‘Bes e ji darvekirinan re, dem dema demokrasiyê ye’ tevlî vê pêngavê bû.

PJAK, KODAR û hêzên leşkerî li gorî ruhê pêngavê hewldanên rêxistinbûn û parastinê dewam dikin.

EWRÛPA Û DERVEYÎ WELAT

Li Ewropayê jî kurdan bi pêşengiya jin û ciwanan li gel dostên xwe pêngav mezin kir.

Kurdên li welatên din jî bi xurtî tevlî pêvajoyê bûn.

Li gel şewbê jî hunermend, reşwenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û kesayetên nanskirî tevlî pêngavê bûn û bi beşdariya sed hezaran bi sedan çalakî hatin lidarxistin.

ÇALAKIYÊN GERÎLAYÊN AZADIYÊ

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çalakî û berxwedana xwe bûn hêza pêşeng a pêngavê û rê li êrişên dewleta Tirk girtin, li Bakurê Kurdistanê û li Garê derbên mezin li artêşa Tirk xistin.

Artêşa Tirk li ser vê yekê şeva 23’ê Nîsanê li ser Avaşîn, Metîna û Zapê dest bi êrişên dagirkeriyê kir.

Gerîla hesabên artêşa Tirk têk birin û nîşan da ku li Başûrê Kurdistanê jî hêza parastinê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv