MECLISA DAYÎKÊN AŞITIYÊ YA MÊRDÎNÊ:
DIVÊ PDK’Ê XWE JI ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN DÛR BIXE
Li dijî êrişkariya PDK’ê ya li ser gerîla ji Bakurê Kurdistanê jî nerazîbûn hat nîşandan.
Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de bang li PDK’ê hat kirin, ku dawî li hevkariya xwe ya dewleta Tirk re bîne.
Dayîkan her wiha xwestin daxwazên girtiyên azadiyê yên di greva birçîbûnê de jî bên bicihanîn.