PÊNGAVA ÇANDINA DARAN
JINÊN ÊZIDXANÊ JI 4’Ê NÎSANÊ VE DAR DIÇÎNIN
Meha Nîsanê, di baweriya Êzdayetiyê de meheke pîroz e.
Bi destpêka meha Nîsanê re, xelkê Êzidî bi “Cejna Çarşema Sor” hatina biharê pêşwazî dikin.
Di çerçoveya vê cejnê de jinên Êzidî îsal dest bi çandina daran kirin.
Wekî kampanyayek ev berdewam dike.
Destpêkê li derdora gorsitan û ziyaretgehan ev dar hatin çandin.
Jinên Êzidî dibêjin; DAIŞ’ê herî zêde êrîşî deverên me yên pîroz kirin.
Me jî li Şengalê di çarçova xebatên ji nû ve avakirinê de, ji şînkirina ziyaret û cihên pîroz des pê kir.
Ji ber ku jin zêdetir nêzî xwezayê ye, em jî wekî jin pêşengiyê ji vê kampoanyayê re dikin.