CEJNA ÇARŞEMA SOR
CIVAKA ÊZIDÎ XWE JI BO PÎROZBAHIYÊ AMADE DIKE
Her sal di meha Nîsanê de cîvaka Êzidî cejna Çarşema Sor pîroz dike.
Li gorî baweriya Êzidiyan xwedê di vê mehê de ji bo xirabiyên di nav mirovan de ji holê rake û başiyê belav bike her sal melekekê dişîne ser rûyê erdê.
Mirov ji bo para xwe ji van başiyan bigrin vê cejnê bi dilgermî pîroz dikin.
Li ser amadekeriyê Cejna Çarşema Sor hevalê me Îbrahîm Êzidî pîrozbahiyan şopand.
NÛÇEGIHAN: ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ
KAMERA: SELAH BERCES