Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK’ê li Xelîfanê 2 caran kemîn danî pêş gerîla

 

PDK’Ê LI XELÎFANÊ DU CARAN KEMÎN DANÎ PÊŞIYA GERÎLA
26’Ê TÎRMEHÊ Û 28-29’Ê TEBAXÊ DU CARAN ÊRIŞÎ GERÎLA KIR

26’ê Tîrmehê dema 3 gerîlayan xwest li Xelîfanê ji qadekê derbasî qadeke din bibin bûn hedefa êrişa hêzên PDK’ê.

PDK’ê heman rojê li ser çapemeniya xwe ragihand ku êriş çêbûye û di encamê de jî ziyan heye.

Lê ji wê rojê heta niha encama vê ziyanê eşkere nekir.

HPG’ê jî 29’ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê ragihand, ku têkiliya wan bi komeke gerîla re qut bûye.

Xelkê herêmê agahî dan HPG’ê, ku hêzên PDK’ê êrişî vê koma gerîla kirine û ji gerîlayan şehîd hene.

HPG’ê xwest PDK têkildarî bûyerê hem wan hem jî raya giştî agahdar bike.

Lê PDK’ê heta niha jî bersiv nedaye banga HPG’ê.

Hê ev bûyer di rojevê de 28-29’ê Tebaxê PDK’ê dîsa li heman herêmê ango li Xelîfanê êrişî gerîlayan kir.

HPG’ê têkildarî vê êrişê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Koma gerîla ya ji 7 kesan pêk tê, li dora Xelîfanê dema xwest Ava Zê derbas bike, ket kemîna hêzên PDK’ê.

Hêzên PDK’ê êrişî gerîlayan kirin.

Agahî gihişt ber destên me, ku koma gerîla hatiye tasfiyekirin.

HPG’ê destnîşan kir, ku ti eleqeya vê êrişa bêbext bi Kurdbûnê re nîne û wiha got:

Ev êriş wê zirareke mezin bide doza azadiyê ya gelê Kurdistanê.

HPG’ê da zanîn, rêveberiya PDK’ê bicihkirina hêzên xwe li nêz û dora wan xwestiye gerîla êrişî wan bike û got, dema em bi parastina berjewendiyên gelê xwe rabûn û me li wan neda, vê carê bi awayekî xayînane hêzên me xist kemîne û li wan da.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv