Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kemal Pîr: Pêşengê berxwedana 14’ê Tîrmehê

 

KEMAL PÎR
PÊŞENGÊ BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ

Kemal Pîr…

Yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê-PKKê, sala 1952″an li gundê Guzeloluk yê navçeya Gumuşhane Torulê ji dayîk dibe.

Dema li fakulteya ziman û dîrok a Zanîngeha Enqerê dixwîne, Rêber Apo nas dike.

Bi awayeke çalak di koma pêşî a Apoyiyan de cih digire.

Sala 1976’an li ser biryara vegera Kurdistanê, Kemal Pîr bi koma destpêkê re vedigere Kurdistanê.

Kemal Pîr 3’ê Hezîrana 1977 û 8’ê Mijdara 1978’an 2 caran tê girtin.

Sala 1979’an di nava koma pêşî ya PKKê de derdikeve derveyî welat û diçe cem Rêber Apo.

Piştî ku perwerdeya xwe dike, sala 1980’yî dîsa vedigere Kurdistanê..

Kemal Pîr wê salê tê girtin.

Dewleta tirk wekî pêşengên din ên PKKê, Kemal Pîr jî dibe zîndana Amedê.

Li wir pêşengiya berxwedana li dijî hovîtiya cûntaya 12’ê Îlonê dike.

Dema ku Mehmet Hayrî Durmuş li salona dadgehê, biryara Rojiya Mirinê radigihîne, Kemal Pîr radibe ser piyan û beşdariya xwe ya li berxwedanê eşkere dike.

Di roja 56’an a Rojiya Mirinê de an go 7’ê Îlona 1982’yan dibe şehîdê pêşî yê berxwedanê.

Yek ji daxwaza Kemal Pîr ew bû, ku ji serêşkencekarê li girtîgeha Amedê Esat Oktay bêcezakirin.

22″ê cotmeha 1988an Serêşkencekar Esat Oktay li Stenbolê tê kuştin.

Kesê kuşt, beriya çalakiyê wiha ji Esat Oktay re dibêje; silavên Kemalê Laz ji bo te hene.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv