Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK’ê li nêzî herêmên gerîla dest bi çêkirina baregehên nû kiriye 27.12.2020

Liv û tevgera çekdarên PDK’ê ya li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê, her ku diçe zêde dibe. PDK li nêzî herêmên gerîlayan, çeperên nû ava dike. Çekdarên PDK’ê li herêma Rewandiz dest bi çêkirina çend baregehên nû yên leşkerî kiriye.

Di mehên dawî de, çekdarên PDK’ê li nêzî herêmên gerîlayên HPG’ê ketine nava liv û tevgerê. PDK rojane hejmara çekdarên xwe bi çekên giran ve li herêmê zêde dike.

Li gorî agahiyên ketine destê ajansa me de, çekdarên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li herêma Rewandiz û gundê Gerwan yên dikevin Girê Simore, Girê Tuşreke û rêze çiyayên Aras, dest bi çêkirina baregehên nû yên leşkerî kiriye.

Şêniyên gund dijî çêkirina baregehên leşkerîne, PDK bi navê hêzên pêşmerge li Zînî Wertê bicih bûye. Çekdarên PDK’ê li Zînî Wertê roj bi roj baregehê nû çêdike û hêzên xwe li herêmê zêde dike. Di heman demê de PDK bi çêkirina baregehên leşkerî re, rê jî çêdike. Tê gotin PDK’ê ji sînorê Rewandiz heya Çoman û Hacî Omeran ya ser bi Hewlêrê, dest bi çêkirina baregehên nû kiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv