Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta tirk a dagirker li malbatên şehîdan doza tazmînatê dike 27.12.2020

Wezareta Karên Navxweyî, derbarê malbatên gerîlayên di sala 2011’an de li Kastamonûyê di şerekî de şehîd ketine, bi îdiaya “zirar gihaştiye malê cemaweriyê” doz vekir û xwest malbat 119 hezar û 433 TL tazmînatê bidin.

Di 4’ê Gulana 2011’an de li gundê Ozarmûrt ê navçeya Îhsangazî ya Kastamonûyê di navbera eskerên tirk û gerîlayên HPG de şerek qewimîbû û di şer de Sancar Bûlûç, Yilmaz Sûîçer û Yakûp Tokay ê HPG’yî jiyana xwe ji dest dabûn û Mehmet Kûrt û Cîhan Temel jî hatibûn girtin. 10 sal di ser bûyerê re derbas bûye, lê belê Wezareta Karên Navxweyî doz li malbatên şehîdan û her du gerîlayên hatine girtin vekir. Wezaretê bi îdiaya “zirar gihaştiye malê cemaweriyê” xwest malbat 119 hezar û 433 TL tazmînatê bidin.
Doz li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 2’yan a Kastamonûyê hatiye vekirin.
MALBATAN ÎTIRAZ KIR 
Dadgehê teblîxat ji 5 malbatan re şandiye. Malbata Bûlûçê HPG’yî, piştî ku teblîxat ji wan re hatiye ji bo doz bê betalkirin serî li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 2’yan a Kastamonûyê da.
Dayik Hediye Bûlûç, anî ziman ku 10 sal di ser bûyerê re derbas bûye û nikarin vî pereyî bidin. Bûlûç got: “Kurê min jiyana xwe ji dest daye. 10 sal şûnde daxwazname ji min re hat. Ez ê ji ku bînim. Nikarim bidim.”
Bûlûç, destnîşan kir ku piştî teblîxat ji wan re hatiye, hîseke wekî bûyera 10 sal berê cardin qewimîbe li wan peyda bûye û got: “Min werê hîs kir ku qey cardin cenazeyê Sancarê min hatiye. Min vekir, gava min xwend kurê min hat bîra min. Çawa vê êşê bime didin kişandin. Perçeyek ji canê min çûye, bi ser de jî tên pereyan ji me dixwazin. Tu pereyekî min ê ku bidim tune ye. Bila werin canê min bistînin. Bila bes vê êşê bi me bidin kişandin, bila me rihet berdin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv