Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK’ê guh nade bangan û çêkirina rê ber bi qadên gerîla ve didomîne

 

LI METÎNA PROVOKASYONA PDK’Ê
GUH NADE BANGAN Û ÇÊKIRINA RÊ BER BI QADÊN GERÎLA VE DIDOMÎNE

5’ê Hezîranê PDK’ê hêzeke zêde ber bi qadên herêma gerîla ve veguhest.

Bi dehan wesaîtên zirxî, wesaîtên taybet ên çiyê û çekên giran di destê vê hêzê de hebûn.

Ji du milan ve êrişî kampên gerîla yên li herêmê kir.

Fermandariya HPG’ê ya Herêma Xabûrê li Metîna bi daxuyaniyekê, ev hewldana PDKê weke talûkeyeke mezin nirxand.

Û bang lê kir, ku dev ji vê helwestê berde û hêzên xwe vekişîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji Stêrk Tv re diyar kir, ku PDK hêzên xwe li 7 noqteyan bi cih kiriye.

7’ê Hezîranê bû, Mûrat Karayilan ev agahî da televîzyona me.

Di bernameyê de bang li PDK’ê kir, ku hêzên xwe vekişîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî bi du daxuyaniyên cûda heman li PDK’ê kir.

Dîsa rewşenbîr, nivîskar, sazî, partî û rêxistinên civakî li Başûrê Kurdistanê, fermandarên pêşmergeyan bang li PDK’ê kirin, ku hêzên xwe vekişîne.

Lê PDK’ê heta niha guh nedaye bangek tenê jî.

HPG’ê 16’ê Hezîranê ragihand, ku hêzên PDK’ê li herêma Metîna çêkirina rê ber bi qadên gerîla ve didomîne.

LI METÎNA PROVOKASYONA PDK’Ê
FERMANDARÊ PDK’Ê YÊ DUHOKÊ: PKK TENÊ JI ZIMANÊ ZORÊ (ŞER) FÊM DIKE

Berevajî vê yekê, fermandar û rayedarên PDK’ê derdikevin bi zimanekî şerxwaz diaxivin.

Berpirsên Operasyonên PDK’ê li Parêzgeha Duhokê Babekir Zêbarî yek ji wan bû.

Vî kesî got, “PKK ji ti zimanî fêm nake, ji derveyî zimanê zorê an go şer.”

Vî kesî, dewleta Tirk a bi qasî 40 kîlometro xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, weke hêzeke rewa ya li Başûr bi nav kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv