LI ÎZMÎRÊ ÊRIŞA LI DIJÎ HDP’Ê
POLÎSAN QEYDÊN KAMERA YÊN DERDORÊ JÊ BIR
Kesê bi navê Onur Gencer tevî çeka di destê xwe de êrişî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê kir.
Tetikkêş li vê derê endam û xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz a 40 salî qetil kir û avahî jî da ber agir.
Polîsên ku her roj û gav li dora avahiyê HDP’ê bûn, dest li rewşê wernedan.
Onur Gencer piştî ku Denîz Poyraz qetil kir, wêneyê cenazeyê wê li ser Whatsappa xwe parve kir.
Polîsên Dewleta Tirk piştî ku ketin avahiya HDP’ê Onur Gencer kirin binçavan.
Lê ev binçavkirin jî wekî revandinekê bû.
Onûr Gencer ji polîsan re got; Min 10 fîşek bera hundirê avahiya HDP’ê da û armanca min, ew bû ku li wir çend kesan zevt bikim.
Lê kesek li wir bû.
Heger hin kesên din hebûna, min ê bera wan jî bida.
Li aliyê din derket holê ku polîsan qeydên kamerayên mobese yên derdorê jî jê birin.
Esnafên li derdora avahiya HDP’ê axivîn û diyar kirin ku polîsan dest daniye ser kamerayên mobese û dîmenên hefteyekê jê birine.