DI NEWROZÊ DE ÊRIŞ KIRIN
PDK’Ê DI NEWROZÊ DE ÊRIŞÎ GERÎLA KIR
Di demekî de ku temamiya Kurdistanê bi coşa Newrozê li qadan bû PDKê bi çekdarên xwe re xwest xwînê birêje.
Çekdarên PDK’ê bi çekên giran li qada Berdesorê ya herêma Xakûrkê êriş birine ser kampeke gerîla.
Der barê vê êrişê de Ajansa Nûçeyna a Firatê ANF’ê radigihîne, çekdarên PDK’ê 21’ê Adarê şefeqê li dora saet 8’an êriş kirine.
Lê belê gerîlayên Kurdistanê ji bo di Newrozê de xwîn nerije bi berpirsyarî tevgeriyane û neketine şer.
Çekdarên PDK’ê ev yek ji xwe re weke keysek dîtine û li qada navborî bi cih bûne.
Li gorî nûçeyê dema çekdarên PDK’ê êrişî gerîla kirine balafirên bêpîlot tevî yên şer ên dewleta Tirk a dagirker jî li ser qadê geriyaye.
Ji ber êrişên dewleta Tirk û tevgera çekdarên PDK’ê ji sala bihurî ve li herêmê alozî mezin dibe.
Hêjayî bibîrxistinê ye beriya ku çekdarên PDK’ê li dijî qadê manevra bikin dewleta Tirk a dagirker 20’ê Adarê qad bi balafiran bombebaran kiribû.