PEREYÊN SÛRÎ LI EFRÎNÊ HAT QEDEXEKIRIN
KESÊN PEREYÊ SURIYÊ BIKAR TÎNIN TÊN CEZAKIRIN
Li Efrînê ji Adara 2018’an vir ve bi awayekî sîstematîk sûcên şer, dizî, revandin û guhertina demografîk berdewam in.
Ev ne besbûn, dewleta tirk bi pêkanînên nû ve dagirkeriya xwe li herêmê kûr dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine girtin, saziya mêtinger a bi navê “Meclîsa Xwecihî ya Efrîn” bikaranîna pereyê Sûriye li Efrînê qedexe kiriye.
Heman çavkaniyan ragihand ku ev pêkanîn ji 19’ê Adarê û vir ve ketiye meryetê.
Meclîsa mêtinger a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin, li dijî kesên pereyên Sûriye bikar tînin jî gefan dixwe û wan ceza dike.
Lîrayê tirk di Hezîrana 2020’an de ji aliyê PTT’ê ve derbasî Efrînê hatibû kirin.
Niha jî dewleta tirk dagirker û çeteyên wê ji bo lîrayê tirk bê bikaranîn tahdê li gel dikin.