Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDKê dest bi revandin û kiryarên der qanunî kiriye 14.11.2020

 

Di 24’ê Cotmehê de bi despêkirina operasyonên PDK’ê yên li ser warên gerîla re, zextên hêzên leşkerî yên girêdayî malbata Berzanî jî li ser şêniyên gundê çemankê û Deşta Nehlê zêde dibe.

Her ku diçe aliyên din ên provakasyon û hewldanên PDK’ê yên bi şandina hêzên xwe yên li herêmê gerîla re derdikevin holê.

Bi destpêkirina operasyona 24’ê Cotmehê ku hêzên taybet ên girêdayî malbata Berzanî re, hêzên ser bi PDK’ê avêtin ser mala 4 welatiyên gundê Bamişmişa girêdayî deşta Nehlê.

Di van operasyonên serdegirtinê de hemwext 2 kes ji gundê Bamişmiş û 2 kes jî li Çemankê hatin destgîrkirin.

Derket holê ku PDK dixwaze bi van kiryaran çavê welatiyên herêmê bitirsîne. Vê yekê weke amûreke ya zexêt li ser civakê dike. Li aliyê din ji ber zext û çewisandina PDK’ê malbat newêrin pirsa zarokên xwe bikin.

Li gorî agahiyên gihiştin ber destê me navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Berewan Îslam, Eyas Bapîr Mihemed, Bapîr Remo û Dilgêş.

Ev kes ji 24’ê Cotmehê û vir ve li Dihokê destgîrkirî ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv