Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokê KNK’ê serdana Seroka Parlementoya Kurdistanê kir 14.11.2020

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs bi Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Feyeq re civiya. Qeremûs, diyar kir ku seroka parlamentoya ji bo hewldanên rêgirtina li şer, piştgiriya wan dike.
Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs, li bajarê Hewlêrê serdana Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Feyeq kir û pêre civînek li dar xist. Piştî civînê Hevserokê KNK’ê Qeremûs daxuyaniyek da û diyar kir ku civîn ji bo wan gelek girîng û bi wate bûye.
FEYAQ PIŞTGIRIYA HEWLDANÊN KNK’Ê DIKE
Qeremûs, destnîşan kir ku Serok Feyeq piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên KNK’ê aniye ziman û helwesta xwe ya dijî şerê navxweyî ji wan re ragihandiye û wiha got: “Şerê navxweyî nayê qebûlkirin, rewşa Başûrê Kurdistanê li ber çav e. Em ê di rojên bê de bi armanca yekdengiya dijî şerê navxweyî serdana hizb û aliyên siyasî bikin.”
DAXUYANIYA PARLAMENTOYÊ
Her wiha piştî civînê li ser malpera fermî ya Parlamentoya Kurdistanê jî derbarê civînê de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku serok Feyaq di civînê de ev nrixandin kiriye: “Niha Herêma Kurdistanê bi rewşeke giran a aborî û siyasî re rûbirû ye. Ji bo vê li gorî me diyalog, ji bo derbaskirina vê rewşê takane çareserî ye. Em diyalogê dipejirînin û li gorî me divê ji bo şerek xwekujiyê çênebe û zemîna diyalogê li nav aliyên nakok bê sazkirin da ku çareseriyek çêbibe.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv