Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK’ê ji bo şer li dijî tevgera azadiyê bike, ji xwe re li hevalbendan digere

 

Li himberî hewildanên PDK’ê ên daxwaza şer li herêmê dengê dijber her ku diçe dibintir dibin

Li herêma Kurdistanê ji gelek aliyên cûda bi awayekî eşkere ji bo PDK ji vê daxwaz û xwesteka xwe ya şer vegere bangawazî hatin kirin.

Lê PDK bê navber hêz dişîne qadên gerîla û ji van bangan re gûhê xwe digre.

ji bo di vê mijarê de xwe mafdar derbixe jî ji xwe re li hevalbenda digere.

li ser vê mijarê rayedarên YNK’ê ragihandin ku hayê wan ji sewqiyata vî hêzî nîne

PDK JI BO ŞER JI XWE RE LI HEVALBENDAN DIGERE. WEZÎRÊ PÊŞMERGE: HAYÊ ME JI VÊ HEZA BER BI HERÊMÊ VE TÊ ŞANDIN NÎN E

PDK di siyaseta xwe ya pêşî li şerê navxweyî vedike dewam dike.

Bi riya saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê jî ji bo vê kar dike.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyek Polîtburoya YNK’ê hatine girtin, ev hewildanên PDK’ê, mîna her aliyên dijî şer derdikevin di nav YNK’ê jî fikaran ava dike.

Li gorî zanyariyên hatine bi destxistin, YNK ji ber sewqiyata hêzên ku ji bo qadên gerîla tên şandin bêyî agahiya Wezareta Pêşmerge çêdibe nerehet e.

her wiha li gor heman agahiyan mijara din ya ku YNK jê acize ew e, ku PDK ji bo di vê mijarê de xwe mafdar derbixe bikaranîna saziyên Fermî yên Herêma Kurdistanê ye.

Li gorî agahiyên ji çend çavkaniyên cûda hatine bidest xistin, civîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û daxuyaniya wê ya li ser bûyera bajaroka Çemalkê fikarên YNK’ê zêdetir kiriye.

Di heman demê de çavkaniyekê ji Desteya Wezîran eşkere kir ku di civîna duh ya Desteya Wezîran de, li ser dayîna daxuyaniya bûyera li Çemalkê qewimiye axaftin hatin kirin.

Lê di navbera grûba YNK’ê ya di nava hikûmetê û Mesrûr Barzanî de nîqaş derketiye.

Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan yê YNK’ê, Mihemed Heme Seîd li dijî dayîna vê daxuyaniyê derketiye û ji Mesrûr Barzanî re gotiye; “Em bi çi heqî şerê PKK’ê bikin, ku em nizanin ev şer li ser çi ye?”

Ji aliyê din ve Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl da zanîn ku sewqiyata hêza ber herêmê ve tê kirin bêyî biryara wan çêbûye.

Endamê Polîtburoya YNK’ê Mehmud Sengawî jî di hevpeyvînek xwe de ev biryar piştrast kir.

Endamê Meclîsa Navendî ya YNK’ê Îbrahîm Xelîl jî di hevpeyvînek xwe de eşkere kir ku;

“Ji bo li parlamentoyê şerê li dijî PKK’ê were rewakirin, parlemento kom bû. Lê ev ji aliyê YNK’ê ve hat red kir.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv