Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK bi fermana Dewleta Tirk hêzên Zîrevaniyê li dijî gerîlayên Tevgera Azadiyê bikar tîne

 

Li dijî qadên gerîla provokasyona PDK’ê dewam dike.

Li gel banga Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan; em şerekî navxweyî naxwazin jî

Mesût Barzanî bi daxuyaniya xwe ji şer re zemînê çêdike.

Ji ber ku Pêşmerge naxwaze di vî şerî de cihê xwe bigre vê rola qirêj dana hêzên Zêrevanî yên PDK’ê

Pîlana şerê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê di daxuyaniya KCK’ê de jî bi her awayî hate eşkerekirin.

Aliyekî vê pîlanê Amerîka ye lê li aliyê din PDK di vî pîlana qirêj de bi dîrektîfên dewleta tirk a dagirker tevdigere.

Piştî Zînî Wertê PDK bi şandina hêzên Gulan û Roj ji bo Garê rola xwe ya di pîlana dorpêçkirina gerîlayên azadiya Kurdistanê jî eşkere kir.

Bi taybetî pişti trafîka dîplomasiya qirêj a di nava dewleta tirk û rayedarên PDK’ê de di zêde bûn, PDK’ê şerê li dijî PKK’ê xist rojeva xwe.

Li aliyê din hêj di bîra hemû kurdan de ye ku bê ka dewleta tirk li diji Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê çawa êriş kir.

Heta wê demê şefê rejîma faşîst Erdogan gef li kurdan xwar û PDK wekî dijmin îlan kiribû.

Dewleat tirk a dagirker niha têkiliyên xwe yên bi PDK’ê re dîsa xurt dike û PDK’ê li dijî PKK’ê sor dike.

Tirkiye dixwaze ku bi “Plana Çokdanînê” vîna Kurdan a li herêma Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe.

Bi taybeti bi hevkariya PDK’ê hêza xwe li qada Başûrê Kurdistanê bi cih dike.

Ev hewldana PDK’ê fikara “PDK ji bo îqtidara xwe li şûna yekîtiyê şerê kurd û kurd derdixe pêş” zêde dike.

Pratîka PDK’ê ya li Zînê Wertê û gavên wê yên provokatîf ên li Garê vê fikarê mezin dike.

PDK di vî şerê xwe yê qirêj de jî ji ber ku nikare pêşmergeyan bi kar bîne Hêza Zêrevanî bi kar tîne.

Hêza Zêrevanî wekî “Leşkerên Gulan” tê binavkirin.

Hêza Zêrevanî ji dervê pêşmergeyan wekî hêza Taybet hatiye amadekirin.

Wekî yekîneya îstîxbaratê ya PDK’ê Parastinê, rasterast girêdayî kurê Mesut Barzanî û Serokê Herêma Federe a Kurdistanê Mesrur Barzanî ye.

Li ser serê Hêza Zêravanî jî tê gotin ku ji Malbata Barzanî Aziz Weysi heye.

Azîz Weysî di 17 saliya xwe de tev li PDK’ê bû.

Di sala 1989’an de piştî şerê navbera PDK û YNK’ê tev li PKK’ê bû.

Piştî demekê ji PKK’ê qetiya û dîsa tev li PDK’ê bû û niha pêşengiya Hêza Zêrevanî dike.

Ev hêza ku di van pîlanên qirêj de cihê xwe digre di bin per û baskê PDK’ê de ye û di ser qanûnan de hereketê dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv