PDK AMADEKARIYA ŞERÊ LI DIJÎ GELÊ KURD DIKE
HÊZÊN XWE ŞANDIN QADA RÊNCBIRAXA YA ZAPÊ
Çavkaniyên herêmê ragihandin, ku PDK li dijî qadên gerîla yên li herêma Zapê amadekariyeke berfireh a êrişê û şer dike.
Hat ragihandin, ku hêzên Zêrewanî û Gulan ên bi ser Mesrûr Barzanî ve sewqî herêma Zapê hatine kirin.
Li gorî agahiyan, PDKê berê hêzên xwe daye qadên Rênçbiraxa, Sîda, Saca û Çemço.
Hêjayî bi bîr xistinê ye, ku gerîlayên HPG û YJA-Starê li vê derê li dijî dagirkeriya Tirk di şerekî giran de ne.
Çavkaniyan ragihandin, ku cihên PDK’ê hêzên xwe şandinê bi temamî qadên gerîla ne û dibe ku her kêlî şerek biqewime.