PÊNGAVA CENGA XABÛRÊ
LI METÎNA DAGIRKERAN KELÛPELÊN XWE LI PEY XWE HIŞTIN
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Herêma Metîna berxwedaneke mezin dikin.
Bi taybetî jî li Girê Zendûra û dora wê.
Gerîlayan 14’ê Gulanê li dijî dagirkerên ku xwe berdabûn gundê Kêste çalakiyek bi bandor li darxistin.
Dagirkerên derb xwarin, ji qadê vekişiyan.
Dîmenên piştî çalakiyê di anfê de hatin weşandin.
Gerîlayên li qadê jî dibêjin, ew ê artêşa Tirk li Metîna têk bibin.