PARTIYA KOMUNÎST A AFRÎKAYA BAŞÛR:
PROJEYA OCALAN BI ÇARENÛSA RAST A TEVAHIYA MIROVAHIYÊ RE TÊKILDAR E
Meclisa Medyaya Dijîtal a Kurdistanê dê 8`ê Cotmehê kampanya `hashtag` ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê bike.
Ji aliyê gelek kesayetên cîhanê û Rojhilata Navîn piştgirî ji vê kampanyayê re hatiye dayîn.
Siyasetmedar, akademisyen û nivîskarên li Afrîkaya Başûr, Îtalya û Brezîlyayê bang tevlîbûna kampanyayê kirin.
Yek ji piştevanên kampanyayê Serokê Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr Soly Mapaila ye.
Soly Mapaila bi rêya malpera Meclisa Medyaya Dijîtal a Kurdistanê bi dîmenkê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.
Soly Mapaila got : Rêber Ocalan di tekoşînên rizgariya sosyalîst û neteweyî de mînaka herî girîng e.
Dilsoziya wî ya bi prensîbên xwe û aştiya adil, bê hempa ye.
Proje wî ya ji bo paşeroja gelê Kurd bi çarenûsa rast a tevahiya mirovahiyê re têkildar e.
Em tevlî daxwaza rêberê xwe yê nemir Nelson Mandela dibin û dixwazinRêber Ocalan bi awayeke yekser û bê şert û merc ji girtîgeha Îmralî serbest were berdan
Solya Mapaila ji bo tekoşîna gelê Kurd serkeftin xwest û got:
Yên ku Rêber Ocalan dane girtin em wan şermezar dikin.
Her wiha em bang li hemû gelên pêşverû û civaka navneteweyî dikin ku ji bo azadkirina Rêber Ocalan zextê li hikumeta Tirk bikin.