DAIŞ’Ê HEWL DIDA LI REQAYÊ KOMKUJIYAN BIKE
QSD’Ê HEWLDANA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê VALA DERXIST
Operasyonên şervanên hêzên suriya demokratîk QSD’ê, li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ dewam dikin.
QSD ragihan ku di 1’ê Cotmehê de li herêma Reqayê operasyoneke taybet lidar xistine.
Di operasyonê de şaneyek veşartî ya DAIŞ dema amadekariya teqîneke mezin dikir, tevî wesaîta bombebarkirî hatiye girtin.
Herwiha yek jê serçete 2 çeteyên DAIŞ’ê kuştî, 3 çete jî sax hatine girtin.