Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlamena Holanda fermana 73’an a li dijî Êzidiyan wek ‘jenosîd’ nas kir

 

NASKIRINA JENOSÎDA ÊZÎDIYAN
PARLEMENA HOLANDA FERMANA 73’AN A LI DIJÎ ÊZÎDIYAN WEK ‘JENOSÎD’ NAS KIR

Endamapartiya Xristiyan-Demokratan CDA Anne Kuik di 1’ê tîrrmehê de, di rûniştina der barê anîna jin û zarokên DAÎŞ’î ji kampa Holê ya bakur û rojhilatê sûriyê de, pêşnûnebiryareke pêşkêşî parlamena Holandayê kir.

Pêşnûmebiryara ji bo naskirna jenosida Ezidiyan, Anne di rûniştina îro de li parlamenê hat nîqaşkirin û hat dengdan.

Kuik hingê di pêşnûmebiryarê de destnîşan kiribû, Holanda gelek li paş saziyên navnetewî maye, lê dikare bi helwesta xwe bandor li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bike daku jenosîdê nas bike.

Ji bilî jenosîdê, mijareke din ku tê niqaş kirin, vegerandina jin û zarokên DAÎŞ’ê yên hemwelatiyên Hollandayê ye ku li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê dimînin.

Wezîra Karê Derve Sîgrid Kaax jî diyar kir ku hikumeta Holanda wê ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan di qada navnetewî de bikeve hewldanan û ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê jî pêşniyaz kir ku dadgeheke navneteweyî ya taybet were avakirin.

Di dengdanê de pêşnûnebîryara ku Anne Kuik pêşkêşî parlemenê kir, hat qebûlkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye 30’yê Hezîranê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê jî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 2014’an li dijî Êzidîyan, bi fermî wekî “jenosîd” nas kir.

Piştî Belçîka û Hollandayê niha çav li welatên dîn ên cîhanê ye ku fermana li dijî Êzdiyana weke janosîd nas bikin û berpirsyariyên xwe yên di vê mijarê de bi cih bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv