Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘Li Werxelê hewldana ketina nav tunelan hat têkbirin’

 

CENGA XABÛRÊ LI METÎNA
HPG: LI GIRÊ ŞEHÎD ÇIYA HERÎ KÊM 4 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan û êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kirin.

HPG’ê ragihand, ku gerîlayan bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li Metîna derb li artêşa dewleta TIrk a dagirker dane.

Li gorî daxuyaniyê, gerîlayan 5’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Çiya yê bi ser gundê Hirorê ve dagirker kirine hedef.

Hêzên gerîla bi awayekî serketî li 4 çeperên artêşa Tirk dane û herî kêm 4 dagirker hatine kuştin.

HPG’ê her wiha ragihand, ku di encama çalakiyê de li nav cebilxaneya dagirkeran jî teqîn çêbûye.

Wêneyê li ser ekranên we yê ji Girê Şehîd Çiya yê Metîna jî piştrast dike, ku teqîneke mezin di cebilxaneya artêşa Tirk de çêbûye.

BAZÊN ZAGROSÊ LI AVAŞÎNÊ
HPG: LI WERXELÊ HEWLDANA KETINA NAV TUNELAN HAT TÊKBIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û şerê li herêma Avaşînê jî ev agahî dan:

5’ê Tîrmehê eskerên Tirk xwestin ber bi tunelên şer ên li qada Werxelê ve biçin.

Hêzên gerîla ew kirin hedef û li wan dan.

Di encama vê yekê dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Heman rojê artêşa Tirk kûçikekî dedektor pê ve girêdayî berda nav çeperên şer ên gerîla.

Gerîlayan ev kûçik bêbandor kirin û dest danîn ser dedektorê pê ve girêdayî

Dîsa artêşa Tirk hewl hê jî hewl dide bi bombeyên gazê û teqemeniyan bikeve çeperên şer ên li Girê Sor.

HPG’ê ragihand, ku artêşa Tirk a ji ber berxwedana gerîla encam bi dest nexistî, hê jî li dijî gerîla gazên bi jahr bi kar tîne.

Cografya Başûrê Kurdistanê dişewitîne û sûcê şer dike.

HPG’ê herî dawî têkildarî êrişên bi helîkopter, balafirên şer, obus û hawanan ên li dijî Zap, Avaşîn û Metîna ev agahî dan:

5 û 6’ê Tîrmehê bejahiya gundê Hirorê yê Metîna, çeperên şer ên li Werxela Avaşînê, qadên Ciloya Biçûk, Herfa T, Çemço, Sîda û Rêncberaxa yên Zapê, qada Deşta Nalê ya Akrê hatin bombekirin.

Ji ber bombebaranê agir bi bejahiya Deşta Nehlê ket û hê jî didome.

HPG’ê diyar kir, ku di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv