Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzer Rêzan Sarica: ‘Divê em birêz Ocalan bibînin û dengê wî bibihîsin’ 25.03.2021

 

ÎDIAYÊN DER BARÊ JIYANA RÊBER APO DE
RÊZAN SARICA: DIVÊ EM BIBÎNIN Û DENGÊ WÎ BIBIHÎSIN

Di rojên borî de têkildarî jiyana Rêber Apo hin îdiayên girîng ketin rojevê.

Ji hingî ve hem li welêt û hem jî li derveyî welêt gelê Kurd û dostên xwe li ser piyane û dixwazin hevdîtineke rû bi rû bi Rêber Apo re pêk were.

Ji parêzerên Rêber Apo Rêzan Sarica têkildarî îdiayan û hewldanên wan ên dawî ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotomya re axivî.

Rêzan Sarica destnîşan kir, ku hêzên komploger tecrîda li dijî Rêber Apo derxin asteke bilindtir û wiha got:

Ji ber ku pêşengekî welê ye dikare dengeyên li Rojhilata Navîn di warê azadî û mafê mirovan de biguhere Birêz Ocalan tecrîd dikin.

Ew kesayetiyeke dîrokî û xwedî misyoneke dîrokî ye.

Têkoşîneke bêhempa ji bo biserxistina doza Kurd a li Tirkiyê dike.

Ji ber vê yekê divê idiayên tên kirin, ji rêzê neyên dîtin.

Ji 3’yê Adara 2020’an ve hevdîtineke yekser pê re nehatiye kirin û ji 27’ê Nîsana 2020’an ve jî dengê Birêz Ocalan nehatiye bihîstin.

Divê em Birêz Ocalan bi çavên serê xwe bibînin û dengê wî bibihîsin.

Ev hevdîtina malbatî jî dibe, hevdîtina bi parêzeran re jî dibe.

Parêzer Rêzan Sarica têkildarî hewldanên wan ên li cem CPT jî wiha got:

Di nava heftiyekê de me du caran serî li CPT da, da ku bi awayekî lezgîn bi erka xwe rabe.

Dîsa gelek serlêdanên me di van mehên dawî de li CPT çêbûn.

Banga me ew bû, ku dikare bi awayekî de fakto bikeve tevgerê û biçe Îmraliyê.

Rêzan Sarica da zanîn, ku heta hevdîtinek rû bi rû bi Rêber Apo re pêk were, ew ê her cûre hewldanên xwe bidomînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv