PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA JI BO AZADIYA RÊBER APO BI BIRYARDARÎ DIDOME
Girtiyên PKK û PAJK’ê li dijî pergala tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo di greva birçbûnê de ne.
Girtiyên azadiyê ev serê 4 mehan e ji bo mexseda xwe bibin serî kom bi kom dikevin greva birçîbûnê.
Çalakiya li zîndanan bi koma 24’an dewam dike.
Çalakgeran destnîşan kir ku daxwaza wan mezinbûna vê berxwedanê ye û ji bo vê jî bang li herkesî kirin ku bi awayekî vê berxwedanê mezin bikin.
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr jî, ji bo azadiya Rêber Apo, bi pêşengtiya jinan 18’ê kanûna 2020’an, çalakiya greva birçîbûnê destpê kir.
Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 98’emîn de ye.
Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yûnanistanê jî, bi heman daxwazê di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê destpê kir, 81 roj li pey xwe hiştin.