KOORDÎNASYONA PAJK’Ê
ŞOREŞA JINÊ YA ROJAVA JI MIROVAHIYÊ RE BÛ ÇAVKANIYA HÊVIYÊ
PAJK’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi têkoşîna jinê kir ku bi aqil û rihekî hevpar tê meşandin û wiha hat gotin:
Şoreşa Rojava bi dirûşma jina azad civaka azad li dijî çeteyên El Nûsra û DAÎŞ’ê têkoşîn hate meşandin û bi vî rengî Şoreşa Rojava hate afirandin.
Îro bi projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo baweriya bi xeyalên azadiyê û paşeroja azad a mirovahiyê xurt dike.
Şoreşa Rojava ne tenê bandor li Kurdistanê kir, her wiha li nava tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî deng veda û mirov pêl bi pêl tevli vê şoreşê bûn.
Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan pêk hat, careke din şênber kir ku sedsala 21’ê sedsala azadiya jinê ye.
Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku ji aliyê hegemonya navneteweyî ve li Rojhilata Navîn weke çekekê dihatin bikaranîn, bi ruhê têkoşînê yê bêhempa, bi xeta şer a gelê şoreşgerî ev çete hatin beralîkirin û bi têkoşîna bêeman a bi hezaran şehîdên leheng bêhn hate ber Şoreşa Rojava, bû çavkaniya hêviyê ji mirovahiya pêşverû re.