Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk li Efrînê 4 goristanên şehîdan xera kirin

 

4 GORISTANÊN ŞEHÎDAN XERA KIRIN
LI EFRÎNÊ HOVÎTIYA DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Ji 20’ê Çileya 2018’an û vir ve li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 656 sivîl qetil kirinn, 7 hezar û 554 sivîl revandin, cih û warên dîrokî xera kirin û berhemên dîrokî revandin Tirkiyeyê.

Dewleta Tirk a dagirker şehîdgehên mezin ên li bajêr ku cenazeyên sivîlan an jî şervanên QSD’ê tê de bûn xera kirin.

Şehîdgeha Şehîd Seydo ya beriya Şoreşa Rojava hate avakirin.

Di pêvajoya dagirkeriyê de bi bombardûmanê hate hilweşandin.

Şehîdgeha Şehîd Refîk dawiya sala 2019’an hate hilweşandin.

Di destpêka sala 2020’î de penaberên ji Idlibê hatin anîn li qada şehîdgehê hatin bicihkirin.

Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de hatibû avakirin; destpêka Nîsana 2020’î de bi makîneyên kar hate xerakirin û qada şehîdgehê kirin qada bazara heywanan.

Li vê derê cenazeyên 258 şervanên QSD’ê hebûn.

Şehîdgeha çaremîn ji 13’ê Adara 2019’an û pê ve bi zêdebûna hejmara şehîdan a di êrişên dagirkeriyê de hatibû avakirin.

Li vê şehîdgehê cenazeyên 73 şervanên QSD’ê û sivîlan hebûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv