ÊRIŞÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ
PAJK’Ê DAXUYANIYEK DA
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
Şehadeta fermandarê hêja yê YBŞ’ê Seîd Hesen û hevalên wî, em pir xembar kirin.
Seîd Hesen yek ji rûspiyên xelkê me yê Şengalê bû û bi salan bû ku ji bo azadiya xelkê Şengalê xwedî ked û têkoşîn bû.
Ew bi ruh û can di şertên herî zehmet de ji bo rêxistinbûyîn û azadiya gelê me têkoşiya û di ragihandina xweseriyê de bû xwedî kedeke mezin.
Şehadeta wî ji bo xelkê me yê Şengalê û gelê Kurd windahiyeke mezin e.
ÊRIŞÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ
PAJK: XELKÊ ME YÊ ÊZIDÎ WÊ JI DIJMINÊ QIRKER HESAB BIPIRSE
Dîsa jî em dizanin, wê ciwanên Êzıdî têkoşîna bi rûmet a Seîd Hesen bidomînin.
Wê ti carî serî li ber dijmin û dagirkeran netewînin û têkoşîna manûnemanê bi ser bixin.
Xelkê me yê Êzîdî wê ji dijminê qirker û hêzên rê li ber vê komkujiyê vekirin hesab bipirse.
Em ê ti carî Seîd Hesen ê têkoşer, şervanê azadî û demokrasiyê ji bîr nekin.
PAJK”ê di serî de malbata Seîd Hesen û Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û got, heta em xwediyên zihniyeta qirker ji van xakan biqewitînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.
ÊRIŞÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ
PAJK: PDK Û IRAQ HEVKARÊN VÊ ÊRIŞÊ NE
PAJK’ê ji ber ku qada hewayî ya Iraqê li dewleta TIrk nagirin, Neteweyên Yekbûyî û Amerîka weke berpirsên esasî yên vê êrişê destnîşan kirin.
Zelal e, ku êriş bi pîlan û komployeke mezin pêk hatiye.
Hêzên rê li ber dewleta Tirk vedikin ku komkujiya bike, Amerîka, Almanya û hêzên navneteweyî ne.
Divê li her deverê gelê me bersiveke mezin bide van êrişan.
Iraq û PDK jî bi êrêkirina pîlana jiholêrakirina YBŞ û YJŞ’ê, hevkarên vê komkujiyê ne.
PAJK’ê destnîşan kir, ku PDK bi çapemeniya xwe Êzîdiyan hedef nîşan dide û got, em weşanên bi dijminahiya Êzîdiyan radibin şermezar dikin.