Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Geverê bi rûxandina wesaîteke zirxî 9 dagirker hatin cezakirin

 

LI GEVERÊ ÇALAKIYA TOLHILDANA ÎBRAHÎM HESEN
HPG: BI RÛXANDINA WESAÎTEKE ZIRXÎ, 9 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê encama çalakiyên gerîlla bi raya giştî re eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de:

16’ê Tebaxê li navçeya Gever a Colemêrgê 2 wesaîtên zirxî yên bi tîpa Kîrpî, ji aliyê gerîla ve hatin şopandin.

Ev wesaît ji qereqola Wargenima diçûn gundê Kendalokê.

Piştî demekê di kontrola gerîla de man, li dijî wesîtekê çalakiya sabotajê hat kirin.

Di encamê de wesaîta bi Tîpa Kîrpî bi temamî hate îmhakirin û 9 dagirker hatin cezakirin.

Navendê ragihand ku gerîlayan vê çalakiyê ji bo tolhildana welatparêzê hêja Îbrahîm Hesen pêk anîne.

Îbrahîm Hesen 13’ê Tebaxê li gundê Dêşîşê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû şehîd xistin.

Heman rojê gerîlayan bi pênagava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê jî, li Metînayê li çeperên artêşa Tirk dan.

2 caran bi bandor dagirkerên li qada Girê Kato bûn hedefa gerîla.

Di çalakiyan de hedefên destnîşankirî bi serketî hatin hingaftin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI AVAŞÎNÊ 2 HELÎKOPTERÊN ÊRIŞÊ JI HÊZÊN ME DERB XWARIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê li ser êrişên hewayî yên artêşa Tirk jî ev agahî dan;

16’ê Tebaxê artêşa Tirk bi helîkopteran xwest qada Stûnê ya herêma Avaşîn bombe bike.

2 helîkopter ji aliyê gerîlayan ve hatin derbkirin û neçar man ji qadê vekişin.

Tunelên şer ên li qada Girê Sor bi çekên giran û teqemeniyan hatin bombekirin.

Li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê 2 caran bi xaza kîmyewî êriş pêk hatin.

Heman rojê derdora tûnetên şer ên herêma Werxelê jî bûn armanca êrişa helîkopteran.

Ji ber bombardûmana ji qereqolên li ser sînor a li dijî qada Stûnê, li herêmê şewat derket.

Artêşa Tirk a dagirker, bi helîkopteran qada tîpa T ya li herêma Zapê jî bombardiman kir.

Li bajaroka Kanî Masî ya navçeya Amediyê jî, derdora gundên Kêstê, Hirorê û Girê Zendûra hat bombekirin.

Artêşa dagirker li herêma Garê jî bi balafirên şer 2 caran qada Kafya bombebaran kir..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv