Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PAJK: Em li meydanan dengê jiyana azad bilind bikin 06.03.2021

 

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÎ
PAJK: EM LI MEYDANAN DENGÊ JIYANA AZAD BILIND BIKIN

Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî daxuyaniyek da.

Koordînasyona PAJK’ê di şexsê pêşengên afrînerên 8’ê Adarê Roza Luxemburg û Klara Zetkîn de hemû jinên ku ji bo maf û azadiyê canê xwe feda kirine bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de tê gotin jina Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe her roj veguherandiye 8’ê Adarê û wiha dewam dike:

Di dîroka berxwedana jinan ya sedsalên 19 û 20’an de, 8’ê Adarê bûye destpêka qonaxeke girîng.

Encamên ku di vê pêvajoya derbasbûyî de derketine holê bi dayîna berdêlên giran hatine bidestxistin.

8’ê Adarê ji wateya rojekê wêdetir, îradeya biryardariya serkeftina jinê ye.

PAJK’ê destnîşan kir ku di serî de jin hemû pirsgirêkên ku îro mirovahî bi wan re rû bi rû mane, çavkaniya xwe ji têgeha serdestiya mêran digere û wiha dewam kir:

Pergala mêrê serdest her xwe spartiya, şer, wêranî, talan, destdirêj û koletiyê.

Li hember vê rewşê, jinên têkoşer li ser navê mirovahiyê, ti carî stûyê xwe ne tewandine û her di nava berxwedanê de ne.

Îro ev pergala qirker li Tirkiyê bi destê rêjîma AKP’ê hewl dide jiyanê li jinên zana, azad û serhildêr bike zindan.

Rêjîma Îranê jî bi darvekirina jinan li ser heman şopê ye.

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÎ
PAJK: EM LI MEYDANÊN 8’Ê ADARÊ DENGÊ JIYANA AZAD Û WEKHEV BILIND BIKIN

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku li hemberî her cûreyên êrişan, li Kurdistanê rihê jina berxwedêr xwe parastiye û ji bo tevahiya jinanên cihanê bûye hêviya azadiyê.

Koordînasyonê bi bîr xist ku di vê sedsalê de fersendên azadiya jinê ji her demê bihêztir in û wiha dewam kir:

Jina Kurd ku hêzê ji fikir, raman û hevaltiya Rêber Apo digre, bûye çavkaniya şoreşê.

Ji bo avakirina jiyana azad û demokratîk, jina Kurd pêşengiyê dike.

Bi vî awayî li ser asta cîhanê, dîroka jina berxwedêr jinuve tê nivîsandin.

Ji ber vê çendê, em 8’ê Adara îsal bi biryardariya serkeftinê pêşwazî dikin.

Li ser vî esasî, banga me ji bo tevahiya jinan e.

Em li meydanên 8’ê Adarê dengê jiyana azad û wekhev bilind bikin.

Em peymana xwe a serkeftina têkoşînê nû bikin û li dijî her cûreyên pergalên zordest bibin yek.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv