8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI AMEDÊ JIN DU-ÇERXÊN XWE BADAN
Li Bakurê Kurdistanê jin bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi slogana “Em Li dijî Qirkirina Jinan jiyanê, Li dijî Tecrîdê Azadiyê Diparêzin”, li qadan e.
Endamên Platforma jinan a KESKê ya Amedê di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de tura Bîsîklêtan pêk anîn.
Jinan ji ber avahiya Egîtim senê a li Dîcle-Kentê li hev kombûn û çalakiya xwe heta ber mînareya 4 ling a Surê domandin.
Piştî tura Bîsîklêtan jinan belavokên vexendina pîrozbahiya 8ê adarê belavkirin.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI KERBORANÊ BERXWEDANA ZINDANAN SILAV KIRIN
Li Kerboranê jinên ku bi rengê xwe meşiyan berxwedana li zindanan silav kirin.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI WAN ARTEMETANÊ HEVDÎTINA JINAN
Aktivistên TJAayê li navçeya Wanê Ertemetanê jî di çarçoveya pîrozbahiyên 8ê adarê de li hev kom bûn.
Tevî Parlementera HDPê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit gelek jin beşdar bûn.
Gulistan Kiliç Koçyigit axivî û banga xwedîderketina şo grevên birçîbûnê kir.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI CIZÎR Û BEŞEBABÊ XEBATÊN 8’Ê ADARÊ
Li herêma Botanê jî aktivîstên TJA’yê xebatên pîrozbahiya 8ê adarê didomînin.
Aktivîstên jin çûn serdana gundên Aşê Şêxan, Cinibrê û Serdehlê û bi jinan re hatin gel hev
Aktivîstên jin li Cizîra Botanê li bazarê geriyan û jin vexwedin şahiya 8’ê adarê
8’ê Adarê li Beşebabê jî şahiyek tê li darxistin.
Aktivîstên TJAyê li navçê çûn serdana esnafan û ew vexwendin şahiyê.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
JINÊN AMEDÊ 8’Ê ADARÊ LI QADA STASYONÊ TÊN GEL HEV
Çalakiya 8’ê Adarê ya li Amedê jî wê li qada îstasyonê bê lidarxistin.
Pîrozbahiya li Amedê saet 13’an dest pê bike.
Aktivîstên TJA û endamên meclîsa jinan a HDPê ji jinan xwestin ku bi rengên xwe beşdarî mitîngê bibin.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
JINÊN WANÎ SAET 11:00 WÊ LI PARKA MUSA ENTER BICIVIN
Li Wanê jî weke her sal 8’ê adarê jin di mitîngê de li hev dicivin.
îsal jî jin wê saet 11an li Parka Musa Enter bêjin cîhaneke din mumkune.
Hevseroka giştî ya HDPê Pervîn Bûldan jî beşdarî mitîngê dibe.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
JINÊN DERSIMÊ 8’Ê ADARÊ WÊ LI QADA SEYÎD RIZA KOM BIBIN
Li Dersimê jî 8’ê adarê wê jin li qada Seyîd Riza bin.
Platforma jinan a bajêr li bajêr jin vexwendin pîrozbahiya ku wê saet 12an destpê bike.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
JIN XWE JI BO ŞEVA MEŞA FEMINÎST A STENBOLÊ AMADE DIKIN
Her sal li bajarê Stenbolê şeva feminîstan tê lidarxistin.
Di meşa 8’ê Adarê de bi hezaran jin tên gel hev.
Îsal wê 19. meşa şeva feminîsatan bê lidarxistin.
Rêxistinên jinan daxwaz dikin ku jin îsal jî bi reng û dengê xwe beşdarî meşê bibin.