HEWLDANA VEŞARTINA SÛCÊ AVÊTINA JI HELÎKOPTERÊ
OSMAN ŞÎBAN Ê JI HELÎKOPTERÊ HATIBÛ AVÊTIN, CAREKE DIN HAT BINÇAVKIRIN
Eskerên Tirk ên dagirker di 11’ê îlona 2020’an de îmze danî bin hovîtiyeke din.
Li gundê Sûrik a Şaxê ya Wanê êşkence li gundiyan kirin, Servet Turgut û Osman Şîban jî bi xwe re birin.
Eskerên Tirk fermandariya cendirmeyan a Wanê ew ji helîkopterê avêtin û di ser de dîsa êşkence kirin.
Di encama vê hovîtiyê de Servet Turgut û Osman Şîban bi giranî birîndar bûbûn.
Servet Turgut li nexweşxaneyê şehîd bû û Osman Şîban jî piştî demeke dirêj ji nexweşxaneyê derket.
Lê belê ji ber ku Osman Şîban qala êşkenceyê û tiştên hatine serê wan kir, hatibû binçavkirin.
Ji ber ku nûçeya ji helîkopterê avêtinê çêkirin û hovîtiya eskerên Tirk raxist ber çavan jî, rojnamevan Cemîl Ûgûr, Adnan Bîlen, Şehrîban Abî û Nazan Sala hatin girtin.
Polîsên Tirk Osman Şîban ê bi awayekî giran birîndar ji destê dagirkeran filitî îro careke din kirin binçavan û dûre berdan.